Arşîv

Kongreya Star ji bo qetilkirina jina Dirbêsiyê daxuyanî da

HESEKÊ – Rêxistina Kongreya Star li Kantona Hesekê, bi armanca şermezarkirina qetilkirin û tundiya li ser jinan tê meşandin daxuyanî da.

Berî rojekê li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî Kantona Hesekê, jina bi navê D.B 27 salî ye ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin. D.B dayika du zarokan e bû û zewicî bû. Rêxistina Kongreya Star û hemû sazî û dezgehên jinan ên kantonê Meclîsa Edaleta Jinê , Rêxistina Sara, mala jinê û endamên Saziya Civaka Sivîl derbarê bûyerê de daxuyanî dan û qetilkirina jinan şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Rêvberiya Edaleta Jinê ya Kantona Hesekê Rêjîn Xelef Salih ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye :

“Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan rolek pir girîng leyistin û ji bo azadiya hemû jinan tev digeriyan û wan birêxistin dikirin. Îro di bin navê adetê civakê de lêdan, qetilkirin û tundî li dijî jinan tê meşandin.

Hişmendiya baviksalarî qetilkirina jinan vedike. Em bi awayekî tund vê yekê şermezar dikin û dibêjin qetilkirina jinan sûcekî mirovahiyê ye.

Em ê wekî rêxistinê jinan li himber tundî û qetilkirina jinan a ji aliyê zihniyeta desthildar ve, asta têkoşînê mezin bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan e jiyanê nekujin ” bi dawî bû .

Back to top button