Arşîv

Li dijî êrîşan li Şengalê meş hat lidarxistin

ŞENGAL – TAJÊ û YCÊ li dijî êrîşên dewleta tirk û qedexekirina ÇIRA Tv’yê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew ê tu hêz nikaribe yekîtiya gelê kurd perçe bike û zilmê bike.

Li Bajaroka Sinûnê ya Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, dorpêça KDP’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û kiryarên PDK’ê yên li dijî civaka Êzidî, qedeqekirina ÇIRA Tv’yê meşek li dar xistin. Meş ji ber avahiya Meclîsa Gel a Sinunê dest pê kir heta ser rêya sereke ya bajaroka Sinunê berdewam kir. Di meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin û dirûşmên “Bimre xiyanet, Mexmûr Şengal yek in” hatin berzkirin.

Piştî girse giha ser rêya sereke ya bajaroka Sinunê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya YCÊ Avesta Êzidxan ve hate xwendin.

Bi boneya meşa ku hate lidarxistin jinên Êzîdî nêrînên xwe anîn ziman.

‘Em wek jinên Êzidî azadiya civaka bindest dixwazin’

Endama Meclîsa TAJÊ Xoxê Cindî di serî de ji bo meşa ku hate lidarxistin nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em wek jinên Êzidî azadiya civaka bindest dixwazin. Gelê Kurd, li her aliyê Kurdistanê di bin desthilatdariyê dewletên dagirker de ne. Pêşketin û serkeftiyên gelê Kurd ji aliyê dewleta tirk ve nayên tehemulkirin. Dewleta tirk zilma xwe li ser li ser gelê Kurd dide meşandin. Îro dest didin ser şaredariyên gelê kurd û îradeya gelê kurd tune dihesibînin. Her wiha dorpêçkirina KDP’ê ya li ser Mexmûrê didome. Ji aliyekî dijmin bi me ketiye ji aliyekî jî em bi hev nekevin. Di heman demê de kanala ku rê û resmê civaka Êzidî dide nîşandan ji aliyê asayişa Şêxan tê qedeqekirin. Dibistana Kaniya Spî hatiye girtin. Dixwazin civaka Êzidî li gor rê û resmê civaka xwe ola xwe zarokên xwe neyê perwerdekirin ew tiştekê bi zanebûne em wî tiştî qebûl nakin.

‘Em vê zilmê û zordestiyê qebûl nakin’

Pakîze Celal jî ji bo meşa ku hat lidarxistin wiha got: “Televizyona Çira Tv tê astengkirin. Mexmûr tê dorpêçkirin. Şaredariyên gelê kurd tên desteserkirin. Li her aliyê Kurdistanê zilmek û zordestiyek heye. Em vê zilmê û zordestiyê qebûl nakin. Pêwist e ku her kes li dijî neheqiyan rabin ser piyan û bêdeng nemînin.

‘ Divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin’

Endama Meclîsa TAJÊ Neam Elyas jî wiha got: “Li dijî êrîşên ku li ser gelê Kurd tê divê em bibin yek. Heta ku em dengekî bilind bi hev re dernexin ev zilma dê her bidome. Heta ku em dengê xwe dernexin em ê bi neheqiyên mezin rû bi rû bên hiştin. Loma divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”

Piştî meşê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî wiha ye:

“Berxedana ku di pêşengtiya jin û ciwanan de hatiye destpêkirin pêl bi pêl li her qada ku dijmin dagirkeriya xwe nîşan dide, dewam dike. Vê dide nîşan dan heya ku jin ji bo guhertin û veguhertinê li ser piya bin û ciwan li hemberî vê dagirkeriyê serî hildin tu carî ev faşîzma heyî ser nakeve û dawiya faşîzma AKP/MHP wê were. Di serî de em jî wek Tevgera Azadiya Jinên Ezîdxan û Yekitiya Ciwanên Ezidî di vê berxwedana ku bi pêşengtiya dayîkên laçik spî ên ku li Mexmûr, Amed, Wan û Merdînê pêşengtiyê dikin silav dikin û piştgiriya me heta dawî ew ê dewam bike.

Ji dîroka zalîma heya roja me yî îro her di du xet derketina hole ku ev xet yek a berxwedane ye û yek jî ya îxanetê ya xwe firotinê ye. Bi taybet em wek jin û ciwanên Êzidî tu carî xeta îxanetê qebûl nekiriye, û bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo re ser piya sekinîne û îro jinên Êzidî xwedî bawerî , hêz û rûmet in. Her çiqas bi tehdît , faşîzm û dagirkeriyê xwestibin me xilas bikin jî lê ya ku em rizgar kirin ev fikr e. Dijminê hov jî vê dibîne ku tunekirina me encax bi tunekirina fikrê Serok APO ye. Ji ber vê yekê tecrît her roj mezintir dibe û dixwazin me bê Serok Apo bihêlin. Roja me ya îro de jî ev polîtîka bi desteserkirina şaredariyên Bakur û waliyên qirkirinê bi navê din qeyyûman dîsa ketiye meriyetê. Faşîzm di hemû kêliyan de dixwaze gelê me bê nefes bihêle. Wisa dide hîskirin û nîşandan ku gel çi jî bike nikare li hember faşîzmê bisekine, siya faşîzmê her tim li ser gel e. Rejîma faşîst ew e ku hêvî û baweriya gel a berxwedanê tune bike. Teslîmiyetek bi dilsozî di nava gel de pêş bixîne û her kesek binkeftinê qebûl bike. Faşîzma AKP û MHPê jî bi vê armancî êrîşê gelê me dike. Bi qeyyûman ev gîhîşt merhaleyekê din. Di vir de ya girîng ne desteserkirina şaredariyan e. Armanca veşartî û stratejik ew e ku di dil u mêjiyê gel de nefsiyeta bindestiyê bide avakirin u fêrî teslîmiyetê bike.

Ev şer tenê di aliye leşkerî vê naye jiyankirin. Erîşek topyekûn heye, di milê leşkerî , çandî , aborî de li ser esasê tûnekirinê ye. Lê belê em li gel wî gelê berxwedêran ku li ku derê bê bila bê faşîzma ku desthilatdariya ku li ser fikrê azad tê em li hemberî xwe wek tehdît dibînin û em ê heya dawî jî têkoşîna vê bidin meşandin.

Îro li ser xaka Şengalê jî ev dagirkerî berdewam dike. Wek ku li Başûrê Kurdistanê qenala me tê qedexekirin û naxwazin pêşketin, reng û dengê Êzidiyatî belav bibe ev hêz derbikeve holê. Ji ber vê yekê bi zanebûn ev tê kirin . Bi zanebûn dibistana Laleş a Başûr ku ji bo zaroka fêrî ol û baweriyê bike hate girtin. Sedema van giştî dixwazin hebûna me tune bikin. Ev jî bi destê KDP’ê tê kirin. Îxaneta ku 3’yê Tebaxê hat kirin nehatiye jibîrkirin. Li Bakur qeyûm tayînî ser şaredariyên Kurdan, dikin. Dorpêça li ser Mexmûrê, gefên li ser Rojava û dagirkirina Başûr hemû bi hev re girêdayîne. Yek ji yekê qut nîne. Xilaskirina van erîşan jî bi hilweşandina diwarê Îmraliye, azadiya Rêber Apo re wê pêk were. Ê ku pêşengtiya vê bike jî jin û ciwan in. Em jî wek tevgera jin û ciwanên Êzidî vê îxaneta heyî tu carî qebûl nakin.

Bangewaziya me jî di serî de ji bo hemu jin û ciwanên Êzidî re ewe ku , vê dagirkeriyê qebûl nekin û ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo xweseriya Şengalê, ji bo jiyanek azad û rûmet dem dema guhertin û veguhertinê ye. Dem dema tifaqa gelên azadîxwaz e. Encax em vê tifaqê pêk bînin, encax em li hemberî vê dagirkeriyê li ser piya bin, serî hildin. Em ê di dawî de bigihijîn serkeftinê. Ev jî bi berxwedanê bi têkoşînê wê pêk were.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bimre îxaneta PDK’ê”,”Bimre faşîzma AKP/MHP’ê”, “Li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo serî hilde”,”Ji bo guhertin û veguhertinê re jin rabin ser piyan” bi dawî bû.

Back to top button