Arşîv

Bi Kevana Zêrîn re ‘Tu jî strana xwe ya azadiyê bibêje’

Li Rojava beşdariya aktîf a jinan li nav ‘modela civaka alternatîf’ bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe û bi wê re di qada çand û hunerê de jî rûdanên girîng çêdibin. Her wekî hemû qadên din, jin di qada çand û hunerê de jî xwe bi rêxistin dikin û niha jî hewl didin di bin banê Kevana Zêrîn de ji bo ku bi awayekî jinane ji bo jinan hunerê bikin, saziyekê ava dikin ku dê bi erka dibistanê rabe. Kevana Zêrîn li Qamişlo, Kobanê û Helebê xebatên xwe ji vî karî re didomîne û her wiha piştî ku Efrîn hate dagirkirin, kar û xebatên xwe li Şehbayê jî berdewam dike.

Mîsyona dibistana hunerê

Navenda saziya çand û hunerê ya li Qamişloyê bi mîsyona dibistaneke hunerê radibe û tê de hunermendên pispor dersên muzîk, wêne û peykerê didin.

Hejmara xwendekarên dersa muzîkê hildidin, niha gihaştiye 60’î. Di dema perwerdeya fermî de rojên în û şemiyê anku rojên betlaneyê ders tên dayîn û di serdema havînê de jî di navbera rojên yekşem-pêncşemê de ders tên dayîn. Dibistan bi rêgeza ‘çand û hunera bi gel re ji bo gel’ tev digere û dersan bê pere dide.

Zarokên temenê xwe di navbera 8-18 saliyê de ku tev li perwerdeyan dibin, beşdarî mîhrîcanên zarokan ên mehên borî yên li herêmên Cizîr û Firatê bûn.

Stêra Zêrîn: Melodiya zarokên keçîn

Zarokên ku ji perwerdekarên xwedî tecrube dersan digirin, di bin banê saziyê de bi navê Stêra Zêrîn komeke muzîkê ava kir. Perwerdekara komê Medya Henan diyar dike ku endamên komê zarokên keçîn in û salek e ava bûye. Medya Henan her wiha destnîşan dike ku 42 zarokên endamên komê tev li gelek mîhrîcanan dibin û gelekî tên hezkirin.

Medya diyar dike ku li rex zarokan dixwazin dersê bidin kesên ahil jî û wiha dibêje: “Ji bo ku xebatên muzîkê bi tenê bi zarokan ve sînordar nemînin, em dayikên wan jî gazî dikin. Me li vir amadekariyên xwe kirin, me odeyên wan amade kirin. Em ê komeke dengbêjan a dayikan ava bikin.”

Atolyeyên wêne-peykeran

Kevana Zêrîn di qada wêne û peykeran de jî hunermendên pêşerojê digihîne. 5 xwendekarên Fakulteya Hunerên Xweşik a Rojava niha ji hêla 2 perwerdekarên atolyeyê ve têne perwerdekirin. Dibistan niha malovaniyê ji xwedekarên Fakulteya Hunerên Xweşik re dike û amadehiyê dike da ku di pêşerojê de ji bo fakulteyê bibe dibistana amadehiyê. Atolyeya peykeran li baxçeyê dibistanê cihekî xwe yê biçûk heye û di hundirê avahiyê de jî dersxane hene.

Kelecana xwendekrên beşa peykeran heta baxçeyê dibistanê xuya dike û dema ku mirov li dora dibistanê digere, rastî peykerên biçûk ên bi daran ve hatine daliqandin, tê.

Koma şanoyê ya jinan; Teatra Sarya Baran

Di bin banê Kevana Zêrîn de komeke şanoyê ya jinan heye ku li tevahiya cîhanê kêm mînakên wê hene. Di serî de temaşevanên lîstikên Teatra Sarya Baran ev yek ecêb dîtine lê belê dûre serkeftina jinan ji bo temaşevan jî bûye cihê keyfxweşiyê. Koma şanoyê cara ewilî lîstika Dario Fo ya bi navê ‘Jina Tenê’ pêşkêş kiriye û di Mîhrîcana Şanoyê ya Rojava de xelatên lîstika herî baş û derhênera herî baş wergirtine.

Her wiha cudahiya lîstikê bi tenê ev nîn e ku hemû lîstikvan jin bin; piştî lîstikê hevpeyvîn tên kirin û li şîroveyên temaşevanan tê guhdarkirin. Bi vê yeke re kêşe û mişkuleyên berê dihatin binkaşkirin, bi carekê re li ser dikê lîstikvan û derhêner û li ser kursiyan jî temaşevan rexne dikin, lê dipirsin û dinirxînin.

Derhêneriya lîstikê Sarya Golan dike û tê payîn ku lîstik li bajarên Bakur û Rojhilatên Sûriyê were pêşandan.

Li gundan lîstikên zarokan

Teatra Sarya Baran lîstikên xwe dibe heta gundan û 2 lîstikên zarokan ên bi navên ‘Diziya Baxçe’ û ‘ ‘Aştî di Baskê Çûkê de ye’ derdixe ser dikê. Komê ‘Diziya Baxçe’ li gundê Girbawî yê Qamişlo pêşkêş kiriye û hewl dide li gundên din jî derxe ser dikê.

‘Tu jî strana xwe ya azadiyê bibêje!’

Mamoste Medya Raman mizgîniyekê dide ku di bin banê Kevana Zêrîn de dê di rojên pêş de ji bo* zarok û ciwanan dest bi xebateke bikelecan bikin.

Medya Raman diyar dike ku tevî zarok û ciwanên li dibistanê perwerdeyê dibînin amadehiya Mîhrîcana Jinan a Şehîd Berçem dikin û diyar dike ku bi dirûşma “Ji bo ku xaka xwe biparêzî û ava bikî tu jî strana xwe ya azadiyê bibêje” dê mîhrîcan di 14-15-16’ê Cotmehê de bi rê ve biçe û ji hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin tev lê bibin.

‘Ji bo bîranîna şehîd Berçem’

Medya Raman sedema navlêkirina ‘Şehîd Berçem’ wiha rave dike: “Hevala Berçem di temenê xwe yê biçûk de tev li xebatên çandê dibe. Bi bang û daxwaza Serokatî bi komeke hunermendan re derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Di sala 1992’yan de şoreşa Başûr pêk tê. Serokatî komeke hunermendan dişîne Başûr da ku desteka manewî bidin gel. Yanî ji bo ku nişan bide ku tu ferqek di navbera parçeyên Kurdistanê de tune ye û ruhekî neteweyî çeke, komeke hunermendan diçe Başûr. Şehîd Berçem jî din ava komê de cihê digire û diçe Başûr. Kom li gelek deverên Başûr digere û konseran dide gel.

Hevala Berçem li Silêmaniyê tev li karê avakirina Koma Mezopotamya jî dibe û li wir şeîhd Serhad nas dike. Şehîd Berçem bi şehîd Serhed re dixebite. Dixwazim bibêjim jineke rojavayî, heval Serhed jî Bakurê Kurdistanê ye, her dul i Başûrê Kurdistanê hemû hestan dikin yek.”

Mîhrîcan dê ziman û çandan bigihîne hev

Medya Raman diyar dike ku dê Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Ermen, Suryan, Asûrî û Keldanî bi rengên xwe tev li mîhrîcanê bibin û wiha lê zede dike: “Me jî wek Koma Stêra Zêrîn di repertuara xwe de cih da stranên bi gelek zimanan. Em ê stranên bi kurdî, tirkî, farisî, ermenkî û suryanî bibêjin. Hem bi hemû zaravayên kurdî hem jî bi zimanên gelên cîranên me, em ê stranan bibêjin.”

Di mîhrîcnê de li rex pêşkêşiyên muzîkê, dê pêşkêşiyên şanoyê û pêşangehên destkarî û wêneyan jî hebin, dê standên pirtûkan bên vekirin, konên çandên herêman werin vekirin û dê çandên herêman bên nasandin.

Back to top button