Arşîv

Li dijî komîteya destûrê li Qamişlo xwepêşandan

Kongreya Star ji ber dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrê ku ji aliyê sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ve di 23`yê Îlonê de hat ragihandin, li pêşiya navenda NY`yê ya li bajarê Qamişlo konê xwepêşandanê veda.

Di bin konê xwepêşandanê de pankartên ku bi 3 zimanên sereke li herêmê (kurdî, erebî û suryanî) “Destûra ku em beşdarî wê nebin, em wê pêk naynin”, “Em Hevpeymana Lozanê ya nû qebûl nakin” û “Destûra me hevpeymana civakî ye ku bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin” hatin daliqandin.

Her wiha di bin konê xwepêşandanê de wêneyên şehîdên ku di encama bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ`ê, rejîmê û komên çete li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, hatin hildan.

Jinên tev li xwepêşandanê bûne, broşûrên têkildarî nebeşdarbûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyêji komoîteya destûra Sûriyê re, her wiha banga tevlêbûna meşa ku roja çarşemê dê li bajarê Qamişlo li dar bikeve, belav kirin.

Der barê bernameya xwepêşandanê de endama Kongreya Star Minîca Heyder diyar kir ku armanca wan ji xwepêşandanê bersivdayîna dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrê ya Sûriyê ye. Her wiha destnîşan kir ku xwepêşandana wan heta sibê dê dewam bike.

Sekreterê giştî yê NY`yê ê Antonio Guterres 23`yê Îlonê komîteya destûrê ya Sûriyê ragihand. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne di nava komîteyê de bûn. Li gorî Guterres ku komîte ji 150 endaman pêk hat, 50 ji wan ji aliyê rejîmê ve dê werin hilbijartin, 50 ji aliyê opozîsyona girêdayî Tirkiyê û 50 ji aliyê nûnerê taybet ê NY`yê ve werin hilbijartin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27