Li Tirbespiyê pirsgirêkên civakî hatin nîqaşkirin

Di çarçoveya hemleya “Ax û rûmeta xwe biparêzin û dagirkeriyê û DAIŞ`ê têk bibin” de Kongreya Star bi şêniyên navçeya Tirbespiyê re civiya.
Civîn li Eywana Roj li dar ket. Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif di civînê de axivî û bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan û pêşkêşkirina qurbaniyan di oxira têkbirina çeteyên DAIŞ`ê û peydakirina ewlehiyê de.
Ji rêveberên Kongreya Star Şeha Xelîl jî axivî û got: “Dijminên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî têkçûna wan di aliyê leşkerî de, îro bi rêya şerê taybet dixwazin derbasî nava civakê bibin û civakê ji hev bixin. Ji ber vê yekê jî ji me hemûyan tê xwestin ku em li hemberî van gefan bisekinin.”
Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û behsa pirsgirêkên civakî, ji wan şerê taybet ê li dijî ciwanan, hewldana dûrxistina wan ji nirx û çanda wan, neyîniyên înternetê, girîngîdayîna zarokan ji bo perwerdeya wan hate kirin.
Civîn bersivandina pirs û daxwazên beşdaran ji hêla dîwana civînê ve bi dawî bû.