Arşîv

Li dijî ne vexwendina destûrê meş li dar xistin

QAMIŞLO – Bi pêşengiya Kongreya Star li Qamişloyê li dijî nevexwendina civîna derbarê destûra nû ya ji bo Sûriyeyê de meş hat lidarxistin.

Biryara Sekerterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) di 23’ê îlonê de, derbarê çêkirina destûrekî nû ji Sûriyeyê re û ne vexwendina beşekî girîng ji Sûriyeyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezar kirin. Şêniyên li Qamişloyê bi dirûşmeya “Destûra ku em têde beşdar nebin, em qebûl nakin” daketin qadan û helwestên xwe nîşandan. Nûner û endamên hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û rewşenbîr tevlî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa ‘Na ji Lozaneke nû re’ û ‘Ji mafê me ye em tevlî destûrê Sûrî bibin’ hatin hildan. Meş ji stadyoma 12’ê adarê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û li pêşiya navenda netewên yekbûyî li taxa siyahî rawestiya. Piştî deqeyeke rêz girtin ji bo pakrewanên azadiyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Zagonsaziya Herêma Cizîrê Nezîra Gewriya ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destûrê Sûriyê hatine dûr xistin, tevî ku bi saya xwîna şehîdên me beşege girîng ji xaka Sûriyeyê parast. Bi saya qehremaniya vî gelê terora DAIŞ’ê têk çû û ji bela sere cîhanê derketin. Em ji destûre nehatine vexwendin, banga me ji saziyên pêwendîdar re heye ku ji biryara xwe vegerin. Ji derveyî me çareserî nabe û wê destûrê we bêencam be. Em ferq û cûdahiyê qebûl nakin em hemû gelê sûriyeyê ne û dive em jî di nivîsandina destûr de hazir bin. Em dîsa careke din soza xwe bi pakrewanên xwe re nû dikin û dibêjin em ê şopedarê her dilopek ji xwîna we bin, axa ku we canê xwe ji bo wê feda kiriye em ê jî destkeftiyên wê bi vîna xwe biparêzin.”

Meş bi dirûşmeyên “Na ji parçe kirina Sûriyeyê re” û “Bijî yekîtiya gelên Sûriyeyê ” bi dawî bû.

Back to top button