Arşîv

ʹHeval Nûjiyan jiyana xwe diyarî eşqa heqîqet û azadiyê kirʹ

nujiyan-erhan

“Dewlet-netewên faşîst bi armanca kuştina Jinan hewl didin civakan teslîm bigrin. Lê belê civakên bi berxwedan û pêşengtîyê jinê wê tu carî serî natewînin û doza azadîyê wê hertim bilind bikin. Heval Nujîyan jî yek jî jinên ku li pey şopê heqîqatê bû û jiyana xwe diyarî eşqa heqîqatê azadiyê kir.

Endama Ragihandina Azad heval Nujîyan Erhan ku ji sala 2005’an heya kêlîya jîyana xwe ya dawî li gelek deveran xebatên çapemeniyê dimeşand û rastiya têkoşîn, berxwedana gel û dijminên mirovahiyê ji raya giştî re radigihand bê ku kêliyêk jî dudulîyek jiyan bike ji bo jîyanek azad xwe feda kir.

Herî dawiyê jî ji bo rastiya êş û zordariya ku gelê Êzdî jiyan dikir ji raya giştî ya cîhanê re radigihand, Nûçegîhana JINHAʹyê Nujiyan Erhan di 3ʹyê Adarê de dema çeteyên PDK û AKP’ê êrîşî bajaroka Xanesorê ya Şengalê kirin, ji bo rastiya buyerê bişopîne û ragihîne ji aiyê çeteyên faşist û dagirker PDK/AKPʹê ve bû hedefa sekvanekî van çeteyan û bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû. Lê mixabin piştî 19 rojan ruxmî hemû hewldanan şevê din heval Nujîyan tevlî Şêhîdên azadîyê û heqîqate bû.

Em carek din êrîşên çeteyên faşîst û dagirker ya PDK û AKP bi tundî şermezar dikin.

Em soza xwe ji bo xwedî derketina rêya ku bi xwîna Şehîdan ronî bûye bişopînin û biparezin nû dikin. Her wiha em sersaxî jî malbata Şêhidên ragihandîna azad, rojnemewan heval Nujîyan û gelên berxwedêr dixwazin.

Bimre ixaneta PDK!

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27