Arşîv

Newaya Jin: Cotmeh banga ji bo berxwedanê ye

Newaya Jin ku rojnameya jinê ya li Ewropayê ye, hejmara wê ya Cotmehê çap bû. Endama Meclîsa PAJK’ê Hêlîn Umît di nirxandina xwe de ya ji bo rojnameyê diyar kir, ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd çil sal in ruh, hişmendî, hest û jiyanê dide dînamîkên pêşketina neteweyî ya demokratîk û azadiya jinê. Di çarçoveya mijarê de nivîsên ji bo vegotina Arîn Mîrkan û Mîhrîban Saran di rojnameyê de hatin weşandin.

Di hejmara Cotmehê ya rojnameyê de hevpeyvîna bi endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Foza Yûsif a der barê rewşa li herêmê hate weşandin. Yûsif ‘Herêma ewle’, ‘polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’, ‘xebatên ji bo avakirinê yên li herêmê’ û tevlîbûna jinê ya li vê pêvajoyê nirxand. Foza Yûsif diyar kir ku herêmên Rojava hemû ewle ne, lewma şaş e ku ji xeta parastinê ya li sînor ‘Herêma Ewle’ bê gotin û destnîşan kir, heta ku dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî nebe kaosa li herêmê jî bi dawî nabe.

Ji Girtîgeha Gebzeyê Sema Mazlûm der barê Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî nivîsek ji bo Newaya Jin amade kir.

Rojnamevan Gulîstan Çiya heman mijar li rûpelên Kurdî şîrove kir û li dijî çerxên komployê bal kişand ser pêwîstiya bi kampanya û platformên navneteweyî yên mîna ‘Azadî ji Ocalan re’.

Rojnamevan Ronî Eylem jî bi dosyayeke berfireh a lêkolînê ‘Şerên Serdema Nû’ û bandora wê li jiyana mirovan a rojane nirxand.

Mijara qeyûman û desteserkirina şaredariyên HDP’î ji aliyê aktîvîsta jinê Sara Aktaş ve hate nirxandin. Aktaş diyar kir ku yekane tişta li dijî êrîşan bê kirin yekkirina qadên têkoşînê û berxwedana bi hev re ya ji bo daxwazên hevpar e.

Ji wekîlên HDP’î Feleknas Ûca jî heman mijar li rûpelên Kurdî nirxand û diyar kir, ku berxwedana li dijî faşîzmê mafekî rewa ye.

Li gel portre û nivîsên nirxandinan her wiha gelek nûçe û dosya der barê tenduristî, zanistî û pêkenokan hene. Lewma rojnameya Newaya Jin vê mehê jî xwedî naverokeke xurt e.

Back to top button