Arşîv

Sebah El-Nasêr: Divê ji kujerê jinan re cezayên giran were xwestin

ŞEHBA – Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Şehbayê Sebah El-Nasêr, derbarê mijara qetilkirina jinan de nirxandinên girîng kir û ev tişt got: “Piraniya dozên qetilkirina jinan di dadgehan de nayên derbaskirin û gelek caran kujerên jinan nayên cezakirin. Divê rê li pêşiya qetilkirina jinan bê girtin û ji kujer ceza were xwestin.”

Rêjeya qetilkirina jinan a di Rojhilata Navîn de her ku diçe zêde dibe. Her roj jin rastî bûyerên qetilkirinê tên. Mêr di bin navên cuda de jinan pênase dikin û bi rêbazên şaş tundiyê li ser wan didin meşandin. Jin ji mafê xwe yê mirovî tên dûrxistin û şaşîtiyên civakê bi şexsê jinan ve didin girêdan. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Şehbayê Sebah El- Nasêr mijara qetilkirina jinan nirxand û nêrîna xwe ji me re anî ziman.

‘Divê kujerên jinan bên cezakirin’

Sebah di destpêka axaftinên xwe de bal kişand ser sedemên qetilkirina jinan û wiha got: “Di nava civaka me de gelek pirsgirêk hene, pirisgirêka bingehîn jî mijara qetilkirin û tundiya li ser jinê ye. Jin rastî zewaca temenbiçûk, pir jinî, tundî û qetilkirinê tên. Gelek caran kujerê jinan nayên cezakirin, yan jî cezayê wan ji 4 heta 6 meha ye û paşê kujer normal vedigere jiyana xwe . Ev neheqiya li ser jinan tê kirin mexdûriyeteke mezin e . Divê qîmeta jinan baş were zanîn û rê li pêşiya qetilkirina wan were girtin.”

‘Piraniya dozên qetilkirina jinan di dadgehan de nayên derbaskirin’

Sebahê bal kişand ser cezayê ku ji bo kujer bê dayin û wiha domand: “Di nava zagonên dewletan de, cezayê qetilkirina mirovan pir giran in. Lê eger em binerin dema mijar dibe jin zagonên wan pir nerim û hêsan dibin. Piraniya dozên qetilkirina jinan di dadgehan de nayên derbaskirin . Ev dibe sedema ku zîhniyeta baviksalarî kuştina jinan ji xwe re rewa bike. Li ser hesabê jinan bazarên wan li hev tên û dibe rêya xelasiya kujer. Em dibînin dîsa careke din jin dibin qurbaniya zordariya desthilatiya mêran. Divê ev bûyer li ber çav werin derbaskirin û cezayên giran ji kujeran werin xwestin, da ku bûyerên qetilkirina jinan dubare nebin.”

‘Jin hebûn e, ne amûr e’

Di nava gotinên xwe de Sebahê destnîşankir ku li ser bandorên qetilkirina jinan li ser civakê û wiha axaftina xwe bi lêv kir: “Di hundirê her civakê de em dibêjin malbat hene. Helbet qetilkirina jinan jî bandora xwe li ser malbatê heye û bi taybet dema ev jin xwedî zarok be. Ev zarok dema bê dayik mezin dibin di jiyanê de ne bawerî bi wan re çêdibe û di nav de jî encamên xerab derdikevin holê. Zarok dema mezin dibe ruhê intîqamê li gel çêdibe û di civakê de her yek çîrokekê li ser dayika wî jê re dibêje. Em dibêjin ku divê destê dê û zarokan ji hev neyê qutkirin da ku malbateke li ser esasên rast were avakirin.”

‘Jiyana wekhev esasê rastî û hezkirina mirovan e’

Di dawiyê de Sebah qala jiyana rast ya hezkirin û wekheviya di navbera herdu zayendan de dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di jiyanê de dema herdu zayend wek hev bijîn, wê pirsgirêka qetilkirina jinan ji holê rabe. Xebatê me jî di wê astê de ye, em çiqas dikarin qetilkirina jinan di nava civakê de rakin. Niha jî di rêya perwerdekirina mêran, em wekheviya herdu zayendan bi wan didin nasîn û jiyana hezkirinê ji wan re şîrove dikin, da ku em bigihêjin azadiya hemû jinan.”

Back to top button