Arşîv

Dayika Arîn Mîrkan: Şervanên me rêça şehîdan dişopînin û dê Efrînê jî rizgar bikin

Têkildarî bîranîna salvegera 5’emîn a çalakiya fedaî ya têkoşer Arîn Mîrkan ku derbeyên giran li girê Miştenûrê li çeteyên DAIŞ’ê xistin, dayika têkoşer Arîn Mîrkan Wehîd Henan û birayê wê Beşar Şêx Xemîn ji ANHA’yê re axivîn.

Dayika têkoşer Arîn Mîrakan, Wehîde Henan di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Arînê ji biçûkaniya xwe de ji fikr û felsefeya Rêbertî hez kir. Her tim dirûşmên “bijî serok Apo” berz dikirin.”

Dayika têkoşer Arîn Mîrkan wiha domand: “Arînê beriya ku tev li nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê bibe, dizanî ku dê navê wê li tevahî cîhanê deng vede û got “Hûn ê serê xwe bi min bilind bikin.” Di wê demê de me mebesta wê fêm nekir. Lê niha naveroka wê nameyê hat naskirin.”

Wehîde wiha pê de çû: “Arîn cesaret û hêza xwe sepand û ji tevahî cîhanê re tekez kir ku tu hêz nikarin li pêş vîna jinên Kurd bisekinin. Her wiha mîna wê gelek têkoşer hene; Bêrîtan, Zîlan û heta Avesta û Barîn ên ku bi canê xwe pira ber bi jiyana azad ve ava kirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Wehîde wiha anî ziman: “Bi saya bi hezaran qurbaniyan Kobanê ji destê çeteyan hat rizgarkirin. Dê bi zendên şervanên me rêça şehîdan bê şopandin û Efrîn rizgar bibe.”

‘Em soza şopandina rêça xwişka xwe didin’

Birayê Arîn Mîrkan, Beşar Şêx Xemîs jî wiha axivî: “Arînê her tim xewnên xwe bi lêv dikirin û digot di xwendina xwe de bi ser neketim, lê dê di jiyanê de bi ser bikevim. Lê belê tişta di mêjiya wê de digerî, eşkere nedikir.”

Beşar wiha lê zêde kir: “Bi çalakiya fedayî ya ku Arîn Mîrkan pêk aniye, vîna dijmin şikest û bi wê re Kobanê hat rizgarkirin. Bi wê re em soz didin ku şopdarên rêya xwişka xwe bin. Her wiha wekî çawa Kobanê bi zendên fedaî û qehremanan hatiye rizgarkirin dê Efrînê jî rizgar bikin û di bin dagirkeriyê de namîne.”

Back to top button