Arşîv

Jinan li Şehbayê belavok belav kirin

ŞEHBA – Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de a bi dirûşmeya”Ax û rûmeta xwe bi parêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” li Şehbayê li kolanan belavok hatin belavkirin. Jinan di çalakiya xwe de bang li jinên kurd û ereb kir û got: “Li dijî dagirkeriyê rabin û tevlî çalakiyan bibin.”

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê bi alîkariya Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê bi aramanca danasîna hemleyê, li kolanên Şehbayê belavok hatin belavok hatin belavkirin. Nêzî 5 hezar belavok li hemû Navçeyên kantona Şehbayê hat belavkirin. Jinan bi cil û bergên xwe yê kurdî daketin qadan û belavokên xwe pêşkêşî gel kirin. Têkildarî mijarê jinên ku beşdarî çalakiyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Em ê bi têkoşînê dagirkeriyê bi dawî bikin’

Jina ciwan bi navê Ezîme Mustefa da zanîn ku wê hemleya wan bidome heya bighêjin armancên xwe û wiha axaftina xwe domand: “Em weke jinên ciwan tu carî dev ji çalakî û berxwedana xwe bernadin, heya ku em axa xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Em ê bi têkoşînê dagirkeriyê bi dawî bikin.”

‘Ji bo têk birina dagirkerî em ê tim li ser piya bin’

Jina bi navê Xedîce Bekir jî tekes kir ku wê heya dawiyê ser piya bin û di nava çalekiyan de bin û wiha got: “Em weke jinên Efrînê heya dawiyê li ser piya ne û di nava çalakiyan de bin. Em ê xwe bighêşin her jinekê ji bo danasîna hemleya me. Armanca me ji hemleyê ewe ku dagirkerî û DAIŞ li ser axa me nemînin û em azad bijîn.”

‘Divê hemu jine tevlî çalakiyan bibin ji bo rizgarkiriya axa xwe’

Jina bi navê Xedîce Elo ku ew jî di nava hemleyê de cih digrê, bang li hemû jinan kir ku li dijî dagirkeriyê rabin û wiha axaftina xwe bilêv kir : “Em weke Kongreya Star bang li hemû jinên kurd û ereb dikin, ku li dijî dagirkeriyê rabin û tevlî çalakiyan bibin li hember dagirkeriyê. Divê her jinek tevlî çalakiyan bibin ji bo rizgarkirina axa xwe”

Back to top button