Arşîv

Meclisa Jin: Divê civaka navdewletî li dijî gefên Tirkiyê bêdeng nemîne

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivisîk weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ewlehî û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên hevgirtina hemû pêkhateyan e, Ereb, Kurd û Suryan e ku dikarîn li hemberî firehbûna rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê bibe pirek bi hêz.”

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku AKP‘ê hîna aloziya xwe ya hundir derdixîne derve da ku rewşa ne arman û ne demokratîk binuxumîne, gefan davêje û bi hinceta ewlehiya xwe ya netewî û sînorê xwe yê başûr bi Sûriyê banga avakirina “Herêma ewle” dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ” AKP‘ê mijara vegera bi milyonên penaberên Sûriyê yên ji parêzgehên Sûriyê dixe rojevê da ku projeya demokratîk têk bibe, guhertina demografîk li herêmê çêbike, her wiha temanê aloziyê dirêj bike û tevliheviyê di navbera pêkhateyên wê de çêbike, di encamê de ji bo kaxezeke zextê di civînên Astanayê de bi kar bîne.”

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, her operasyoneke leşkerî li dijî herêmê dê encamên wê ne tenê li ser asta herêmê, lê belê li ser asta Sûriyê û tevahî cîhanê xeter bin bike û dê ferzendekê bide DAIŞ da ku ji nû vex we bi rêxistin bike.

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir li hemberî van gefan ji bêdengiya xwe derkeve da ku aştiya navxweyî misoger bimîne li rê ber xeteriyan bê girtin.

Back to top button