Arşîv

Şêniyên Kobanê: Em ji parastinê re amade ne

Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên derew careke din dest bi gefên xwe yên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Li hemberî van gefan nerazîbûnê gel jî didome.

Şêniyên bajarê Kobanê ev gef şermezar kirin û destnîşan kir ku li dijî hemû êrîşan ew ji berxwedanê re amade ne.

Şêniyê bi navê Elî Arif got: “Tirkiyê hewl dide xaka me dagir bike, lê em ji bajarê xwe dernakevin, xeta me berxwedan e, em destûrê nadin ku tu kes êrîşî xaka me bike, em ê li hember hemû êrîşan li ber xwe bidin û ji mirinê re teslîm nabin.”

Jina bi navê Zozan Cûma jî teqezî li ser israra berxwedanê kir û diyar kir ku li hemberî êrîşên Tirkiyê ew ji berxwedanê re amade ne û dê wefadariyê li keda şehîdan bikin. Zozan got: “Heger em welatê xwe neparêzin wê kî biparêze? Heger em neparêzin, dê wateya hebûna me li vir çi be?”

Jina bi navê Guljîn Dawid Mihemed ji aliyê xwe ve ev tişt got: “Em jinên Kobanê li hemberî hemû hêzên ku gefan li me dixwin, bi keviran be jî em ê li ber xwe bidin û nahêlin dewleta Tirk herêmên me dagir bike.”

Guljîn diyar kir ku ew fêrî bikaranîna çekan bûne da ku xaka xwe biparêzin û got: “Bila her kes bizane ku çawa me çeteyên DAIŞ‘ê şikandin em ê li dijî êrîşên Tirkiyê jî li ber xwe bidin. “

Back to top button