Arşîv

MSD‘ê, li dijî gefên Tirkiyê banga hevgirtinê li gel kir

Di daxuyaniya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de hate gotin”Gefên Tirkiyê yên pêkanîna êrîşan li ser herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne û gihiştiye lûtkeye. Xebatên pêkanîna mekanîzmeya ewlehiyê berdewam e û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bendên lihevkirinê pêk bîne. Diviya bû ku gefên Tirkiyê bi dawî bibane û hawaya berfirehkirina diyalogên Sûrî û prosesa siyasî ya ku aliyên Sûriyê yên aktîv, di serî de MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibana peyda bibûye. Lê berojvajî vê yekê hat, aliyên Tirkiyê bi qulaptina masiyê dest bi gefan kirin, ev yek ne rastbûna hikûmeta Tirk û necidiyeta wê li hemberî van lihevkirinan îsbat dike. ”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku hewldanên Tirkiyê yên derbeyeke leşkerî li dijî herêmê ji hewldanên wê yên dûrxistina MSD û Rêveberiya Xweser ji avakirina komîteya destûrî ne dûr e û wiha domand: “Projeya Rêveberiya Xweser ji hemû projeyên hatine pêşkêşkirin ya tekane ye ku dikare guhertineke rasteqîn di zihniyet û şeklê desthilata li Sûriyê çêbike. Ev dûrxistin li djiî qanûnên navdewletî ye û hemû biryarên navdewletî di serî de biryara 2254 vala derdixîne.”

MSD‘ê got: ” Em tekez dikin ku gefên Tirkiyê yên domdar hişt ku DAIŞ`ê endamên xwe li çolistana Sûriyê ji nû ve tevger bike û şaneyên xwe yên veşartî carek din çalak bike. Ev gef dê daxwazên aliyên herêmî yên din ji bo ku careke din kaxezên xwe li levxe, zêde bike û xwe amade bikin ji bo ku her valahiyekê ku Hêzên Sûriye Demokratîk di encama kirîza domdar li ser sînor derkeve, dagire. Bûyerên ku bi lez li Dêrazorê rû didin rastiya van metirsiyan eşkere dike.Li gel wan pêşketinên bi lez û gefên ku ewlehiya sînorên Sûriyê tehdîd dike, desthilata Sûriyê li Şamê tu girtekên cidî ji bo şermezarkirina gefê Tirkiyê negirtin, berovajî wê gefên Tirkiyê bi tewanên li dijî Hêzên Sûriye Demokratîk rewa kirin û Tirkiyê bi bîr xist ku dikare veger lihevkirina Adanayê. Ji vir û di vê pêvajoya xeter de di temenê Sûriyê de em bang li sûriyan dikin bê istisna ku li helwestên xwe vegerin û berjewendiya neteweyî û gelê Sûriyê bidin ser tevahiya berjewendiyan.”

MSD‘ê êrîşa Tirkiyê şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku helwesteke diyar li hember gefên Tirkiyê nîşan bidin. Her wiha bang li Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê kir ku planên Tirkiyê yên ku ewlehiya herêmê armanc dike rawestîne.

MSD‘ê di dawiya daxuyaniya xwe de hişyarî ji pêkhatine kerasteke mirovî da eger Tirkiyê gefên xwe li gel metirsiyên gelê herêm di serî de xiristiyan û êzidiyan pêk bîne û got: “Komên cîhadîst yên girêdayî Tirkiyê hebûna Xiristiyan û Êzidî kir hedef. Tevî hedefgirtina hebûna neteweyî ya kurdî ya ku ji girîngtirîn armancên siyaseta guhertina demografîk li herêmê tê hesibandin. Li rex wê jî şêniyên herêmê yên ji neteweya Ereb siyasetên asîmlekirinê yên ku Tirkiyê li herêmên ku dagir kirine dimeşîne red dikin. Her wiha bang li tevahiya şêniyên Sûriyê dikin ji bakur heta başûr ji Dîcle ji aliyê rojhilat heya berava deryayê ji aliyê rojava ku bi rolên xwe yên neteweyî rabin û hewldanên Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red bikin. Em bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Ermen û Turkmen dikin ku bi yekrêzî bisekinin û desteka Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo parastinê herêmê û destkeftiyên hatine bi destxistin bikin. “

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27