Arşîv

JI RAYA GIŞTÎ, GELÊN AZADÎXWAZ, HÊZÊN DEMOKRASIYÊ Û JINÊN CIHANÊ RE

Di roja me ya îro de, hêzên dagirkerî dixwazin di şexsê dagirkirina Rojhilat û Bakurê Suriyê de carekedin îkdidara xwe li ser gelên heremê bidin avakirin. Gef û êrîşkariya liser Rojava pilanên îmha û înkarkirina Gelê Kurdan û gelên azadixwaz îfade dike. Ev çend roj in îtîfaq û lihevkirinên di navbera dewleta Tirkiyê, Îran, Rûsya û hwd de têne çêkirin, li ser esasê ku di heremê de sîstema ku tê avakirin dixwazin ji holê rabikin û bi guhertina demografyayê ve hemû siyaset û zenginiyên heremê jibo berjewendiyên xwe bikarbînin.

Her wiha, taybet li ser destkeftiyên Rojava pilanên êrîşkirin û dagirkirinê dixwazin pêkbînin û li ser sîstema heremê hegomanya xwe ji nûve zindî bikin.

Gelên Rojhilat û bakurê sûriyê li gor şert û mercên dagirkeriyê bi her awayî xwe amade kirine û tedbîrên parastinê jî pêkanîne. Tenê ne gelê Kurd di heman demê de hemû pêkhateyên Rojhilat û bakurê suriyê li hemberî zihniyeta dagirker û desthilatdariya heremê destkeftiyên şoreşa Rojava û înşakirina sîstema civaka demokratîk avadikin û diparêzin. Weke pêşeng û avakerên şoreşa azadiyê, hemû jinan hêza xwe li hemberî vê pêvajoyê didin meşandin û têkoşîna destkeftiyên şoreşa jinan jî diparêzên.

Bi berxwedaniya Kobanê ve hemû tecrûbe û destkeftiyên şoreşa Rojava di pêşengtiya jinê de jibo hemû jinên cihanê bûye navenda têkoşîna jinan. Şoreşa Rojava ji daxwazên azadî û wekheviyê, ji hemû jinên cihanê re jî bûye pratîkek û heviyêk daye avakirin.
Li gor vê yekê divê hemû jinên cihanê yên têkoşer û berxwedêr li hemberî zihniyeta zilam a êrîşkar û dagirker dengê xwe bikin yek û li dijî polîtikayên şer derbikevin.

Di roja me ya îro de, di pêşengtiya ABD’ê ve hemû hêzên navnetewî di şexsê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixwazin hemû heremê û Rojhilata navîn bigrin bin desthilatdariya xwe û li gor berjewendiyên xwe yên siyasî di nava xwe de heremê parvebikin. Divê bê zanîn ku ev şerê ku pêkwere, di heman demê de şerê di navbera hêzên NATO’yê û gelan îfade dike.
Jiber dixwazin, Lozan’a duyemîn di roja me ya îro de carekedin zindî bikin.
Di heman demê de li beramberî gef û kirikirina li ser heremê bêdengiya Netewên Yekbûyî (NY) ewê wan bixe nava hevkariya vê qirkirin û dagirkirinê.

Bi vê yekê ve girêdayî şoreş û destkeftiyên Rojava ji van daxwazên xwe re kirin cihê şer û pilanên xwe yên êrîşkarî û dagirkeriyê li ser Rojava pêktînin.
Lê belê, şerê ku li Rojava bikewime wê hemû dinyayê bide berxwe û hemû jiyana cihanê bi awayeke neyînî tesîr bike. Di heman demê de Serkeftina rojava jî wê ji pêşeroja jinan û mirovatiyê re, bandorekî erênî derbixe holê û deriyê jiyana azad û wekheviyê avabike.

Li ser van esasan, di şexsê Tramp, Pûtîn û Erdogan de, li hemberî zihniyeta zilam ên dagirkirin û tunekirinê li ser herem û şoreşa Rojava pêktê. Di şexsê Rojava de li hemberî vê zihniyetê, şoreşgerên jinan û gelên demokratîk ên cihan û heremê, em bang dikin têkoşînê.

Gel û jinên Kurdan, tevî bi gel û jinên Rojhilat Û Bakurê Suriyê, çawa ku duh rojava bi hevdûre parastin wê îro jî li dijî dagirkeran, Rojava biparêzin. Em dixwazin ji vê yekitiya parastinê re dengê jinên cihanê jî lê zede bibe. Bangewaziya yek deng û yek rihî em bihevdûre avabikin.

Van nirxên ku hatine destgirtin û qezençkirin jibo avakirina jiyaneke demokratîk û azadiyê ye. Parastına Rojava jî parastına jiyana azad û demokrasiyê îfade dike û ev parastin erka hemû jinan û gelên şoreşger ên cihanê ye.
Divê li hemberî tunekirin û êrîşkirina destkeftiyên Rojava gel û jinên şoreşger û azadixwaz dengê xwe hildin û hêza xwe bikin yek. Bangewaziya wekhevî û demokrasiyê vê berpirsiyariyê ji me dixwaze.

Di vê wateyê de, hemû hêzên demokrasiyê û jinên şoreşger ên cihanê jibo têkoşîn û piştgiriyê, em bang dikin qadan. Em bihev re dengê xwe bikin yek û şoreşa azadiya gelên heremê bi hevdûre biparêzin. Dîsa, em bang hemû gelên azadixwaz dikin ku li hemberî zihniyeta dagirkeriyê bisekinin û destkeftiyên jiyana demokratîk û azad ên gelên heremê bi hevdû re biparêzin û vê zihniyeta dagirkeriyê ji holê rabikin.

07.10.2019
KOORDÎNASYONA KONGRA STAR A ROJAVA

Back to top button