Arşîv

JIBO SAZIYA NETEWÊN YEKBÛYÎ PEYAMA KONGRA STAR

JI BO SEKRETERYA GIŞTÎ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

JI KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RE MEKTÛBA VEKIRÎ

JI BO PÊŞÎ LI SÛCÊ MIROVAHIYÊ YÊ ARTÊŞA TIRK LI BAKÛR Û ROJHILATÊ SURIYÊ DIKE WERE GIRTIN, BANGAWAZIYA ÇALAKIYÊ Û GAVÊN LEZGÎN

Birêz Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî,

Endamê Konseya Ewlekariyê yê Neteweyên Yekbûyî,

Di 9´ê Cotmehê 2019´a de dewleta Tirk li dijî xakên Bakûrê Suriye dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Heta îro ji Girê Spî (Til Ebyad) heta Dêrikê (El Malikiyê), li dijî gund û bajarên li 460 km xetê sînor, êrîşên hewayî û bombebaranên artêşa Tirk dewam dikin. Li gorî rapora ku Heyva Sor a Kurdistan´ê weşandiye, tenê di seatên destpêkê yên êrîşan de 5 sivîl hatine kuştin, 5 sivîl jî birîndar bûne. Di nav van de gelek zarok û jin jî hene. Hêzên artêşa Tirk tevî eskerên bi pere û cîhadîstan dîwarên sînor rakirin û dest bi êrîşên xwe yê dagirkeriyê kirin. Li hemberî vê yekê QSD ji bo gelên herêmê ji komkujiyan biparêze parastina xwe ya rewa didomîne. Di heman demê de ji bo hucreyên veşartî yên DAIŞ´ê li Suriye dest bi êrîşên nû bike teşwîk dikin.

Însanên ji civakên hemû etnîk û baweriyan bi tehdîda jiyanê re rû bi rû ne. Gelek malbat li dijî herêmên şer cihekî ewle ku karibin biçin nabînin. Ji ber ku êrîş li hemû herêman belav bûne. Piranî tevî gundên nufûsên Ereb û Kurd, bi taybet jî taxên Xiristiyan yên li Qamişloyê hedef tên girtin. Gelek eşkere ye ku ev êrîş bi armanca paqijiya etnîk û guhertina demografîk pêk tên. Dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên şer ku li Efrînê di destpêka 2018´an de dest pê kir heta îro ji aliyê civak û rayagiştî ya navnetewî ve ji nedîtî ve hatin dîtin. Ji ber vê yekê Tirkiye niha hewl dide ku xakên xwe fireh bike. Bi vê yekê hikûka navnetewî û yekîtiya xakên Suriye bin pê dike û metîngeriya xwe li ser xakên Bakûr û Rojhilatê Suriyê ferz dike. Rêvebariya Xweser a Demokratîk ku îrade û mafên jinan û gelên herêmê diparêze, ji gelan re jiyaneke aştiyane û hevbeş afirandiye, lê Tirkiye vê îradeyê tine dihesibîne.

Li Suriye ev 8 salin trajediyeke mirovahiyê û şer serdest e. Di heman demê de herêm bê navber bi êrîşên rêxistina terorê ya Dewleta Îslamê re rû bi rû dimîne. Tevî vê yekê Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Suriye ev bi salan e bi awayekî serketî pêdiviyên însanî yên hemû mirovên li vê herêmê bi cîh anî û mafên wan yên demokratîk bi serketî pêk anî. Ji ber vê yekê ji herêmên cuda yên Suriye bi sed hezaran penaberên şer koçî herêmê kirine. Tevî ku ji saziyên neteweyên yekbûyî ji bo van penaberan alîkariyeke berbiçav nehatiye kirin, Rêveberiya Xweser van penaberan bi kêfxweşî pêşwazî kiriye, parastiye û piştgirî daye wan.

Di vê çarçoveyê de em destnîşan dikin ku behaneyên dewleta Tirk ku ji bo êrîşa dij hikûkî ya li dijî herêma me rewa bike bikartîne, dirûtî ye û ji rastiyê dûr in:

Tirs û fikarên Tirkiye yên “ewlekariyê”, ku ji bo xetê sînor tinê ziman, di mehên borî de ji aliyê Emerîkayê, hêzên muttefîk, Tirkiye û QSD ve bi mekanîzmayeke hevbeş ya ewlekariyê di asteke girîng de hate pêşwazîkirin. Tirkiye û Emerîkayê bê sebep ev mekanîzma ji holê rakirin.
Ya ku weke “vegera penaberên şer a ji Suriye’’ tê binavkirin, ya rastîn bi destûra Tirkiye, bicîhkirina endamên Dewleta Îslamî û komên cîhadîst yên din ên li ser herêma sînor in û bi plana paqijiya etnîkî tê kirin. Hukûmeta Erdogan dema planên xwe yên dagirkeriyê û şer îlan kir, tevî saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, civaka navnetewî ji bo pêşî li binpêkirinên hiqûqî bigire û mafên rewa yên însanên li herêma me biparêze tedbîrên pêwîst negirtin. Komkujiyên ku Împaratoriya Osmanî di sala 1915´an de li dijî gelên Ermenî, Suryanî kir û komkujiyên li Dersim, Halepçe, Nisêbîn, Cizîre, Efrîn û hwd. li dijî Kurdan pêk hatin hîn di bîra me de ye. Her çend ji bo van sûcên mirovahiyê bi awayekî eşkere amadekarî hatibe kirin jî civaka navnetewî çavên xwe li van girt û ji ber vê yekê bû hevparê van sûcan.
Ji bo di sedsala 21. de pêşî li qirkirinan û sûcên mirovahiyê were girtin, em banga lezgîn li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, civaka navnetewî û hemû sazî û dezgehên girêdayî wê dikin:

Ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriye were rawestandin,
Ji bo parastina jiyana gelên li Bakûr û Rojhilatê Suriye herêma ji firînê re qedexe were sazkirin,
Ji bo hêzên artêşa Tirk, çete û rêxistinên terore yên weke DAIŞ, El Nusra û rêxistinên terore yên cuda paqijiya etnîk nekin, bikevin tevgere,
Bazirganiya çek ya ji Tirkiye re were rawestandin,
Li dijî Tirkiye helwestên aborî û polîtîk pêk werin,
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakûr-Rojhilatê Suriye were qebûlkirin,
Ji bo çareseriya polîtîk a krîza li Suriye bi temsîl û tevlîbûna civakên ol, çand û neteweyên cuda pêk were, gavên lezgîn were avêtin.
Bi rêz û hurmet…

Evîn Sweed

Berdevka Kongra Star

Back to top button