Arşîv

Dayika sê pakrewanan: Ez ê xwedî li keda zarokên xwe derkevim

KOBANÊ – Dayika sê pakrewanan Helîma Reşo li dijî êrîşên dewleta tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan da û got: “Me ji bo parastina axa xwe gelek bedel dan, ez ê xwedî li keda zarokên xwe derkevin.”

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya xwîna 11 hezar şehîd rizgar û aram bû. Dewleta Tirk ji duh ve bi baleferên şer, tang, obîs û hemû çekên giran herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê toparan dikê. Di encama topbaranê de jî gelek sivîlan jiyan xwe ji dest dan, tevî vê jî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest ji axa xwe bernedane û ji bo parastina herêmên xwe bi îsrarin. Dayika Helîma Reşo dayika ku ji bo doza welatê xwe sê zarokên xwe feda kirin li hember êrîşên dewleta tirkiyê bertek nîşan da û êrîş şermezar kir.

‘Ez ê li keda zarokên xwe xwedî derkevim’

Helimeyê di destpêkê de behsa fedayeta zarokên xwe kir û wiha got: “Ez dayika sê canogriyan im. Keça min Cîhan Barîn de şehîd bû, paşê lawê min yê mezin Ehmed li bajarê Reqayê şehîd bû, di heman salê de lawê min yê din jî Şêx Nebî çek û navê bira û xwîşka xwe hilda û di sala 2015`an de li şerê Girê Spî şehîd bû. Min ev hersê şehîd ji cîgera xwe jêkirin û gorî vî welatî kir. Ji bilî zarokên min bi hezaran zarokên dayikan din jî hene. Ez ê li keda zarokên xwe xwedî derkevim.”

‘Birînên me sax nebûne, em dagirkeriyê qebûl nakin’

Helîmeyê di domandina axaftina xwe de wiha got: “Di oxira rizgarkirin û parastina vê axê de me gelek bedel dan, heta niha jî hîn birînên me sax nebûne û agirê di dilê me de venemiriye. Di vê rewşê de çawa Erdogan dikare behsa dagirkirina vê axê bike û hîn şopên xwîna şehîdên me li her derê diyare. Em di ax û malên xwe de dijîne û em tu carî qebûl nakin ku ev aramiya ji aliyê tu hêzan ve were têkbirin.”

‘Dagirkirina axa me ne erzan e’

Helîmeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di doza avakirina vê aramrî û ewlehiyê de me bi hezaran şehîd dane .Her bostek ji vê axê bi xwîna cangoriyekî hatiye rizgarkirin, loma derbasbûn û dagirkina welatê me ewqas ne hêsan û erzan e. Xwesteka me ya rûdana şerekî nû tune ye, ji ber ku ev çend sal in em di nava şer û pevçûnên dijwar de ne. Lê eger pêwîst bike jî em ê zarokên xwe yên mayî jî ji bo parastina axa xwe fedabikin .

Back to top button