Arşîv

Jinên Cizîrê êrîşên Artêşa Tirk şermezar kirin

ŞIRNEX – Jinên navçeya Cizîrê êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin şermezar kirin û anîn ziman ku şerê li Sûriyeyê hatiye destpêkirin demildest bila bê sekinandinû bang bila her kes li dijî êrîşan rabe ser piyan kirin.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên Artêşa Tirk ên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berewam dikin. Jinên navçeya Cizrîê ya Şirnexê têkildarî mijarê axivîn û gotin bila êrîş demildest bên rawestandin.

Jina bi navê Fatma Taş, êrîşên dewleta tirk ên li dijî Suriyeyê şermezarkirin û ev tişt got: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila rabin ser piyan destên xwe bidin hev û ji van êrîşan re bibêjin na. Gelê Rojava jî ji me ye. Bila gelê kurd bes bê kuştin. Daxwaziya me kurdan ew e ku weke hemû cihanê em bi navê xwe û nasnameya xwe bijîn. Îktîdara AKP’ê çavên xwe ji kurdan venaqetîne. Ew dixwazin ku kurdan tune bikin û ji ber vê jî êrîş dan destpêkirin. Gelê kurd biçe ku îktîdara AKP’ê li pey ye. Em vê helwesta AKP’ê şermezar dikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27