Arşîv

‘Divê hemû rêxistinên jinan li dijî şer serî hildin’

AMED – Jinên ku di Pêşengiya Komeleya Rosayê ya Jinan de hatin gel hev, derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de de daxuyanî dan û gotin: “Jin şer naxwazin.”

Jinên ku li Komeleya Rosa ya Jinan kom bûn, derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Daxuyanî bi tevlibûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, Dêrsim Dag, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad TJA û gelek endam û nûnerên saziyên jinan hat dayîn.

‘Gelê Rojava di bin dorpêçê de ye’

Daxuyanî ji aliyê Seroka Komeleya Rosayê Adalet Kaya ve hat xwendin. Adalet diyar kir ku ev êrîş ji ber polîtîkayên dewletên kedxar pêk tên. Van polîtîkayan hemû mekanîzmayên ku çareserî û aştiyê dixwazin li derve hiştine û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin dan, bi xwîna xwe cîhan rizgar kirin. Lê wan kesên ku hemû cîhan rizgar kirin îro di bin bombebarana Artêşa Tirk de ne.

‘Jin aştiyê dixwazin’

Adalet diyar kir ku jin aştiyê dixwazin û ev tişt got: “Jin aştiyê dixwazin. Ji ber ku şer êrîşên tacîz û tecawizê yên li dijî jinan zêde û meşrû dike. Jinên ku ji ber şer direvin û koçber dibin bi her cureyê tundiyê re rûbirû dimînin. Ji ber vê em careke din dibêjin ku em şer naxwazin em aştiyê dixwazin. Em di bawariya ku wê aştî bi hêza jinê pêk bê de ne. Em ji mêran aştiyê naxwazin. Rawestandina şerê ku ji aliyê hişmendiya mêr ve li ser erdnîgariya me hatiye destpêkriin û wê bi destê jinan bi dawî bibe û aştî bê ser vê erdnîgariyê.”

Adaletê herî dawî bang li hemû saziyên sivîl û jinan kir ku li dijî vî şerî rawestin.

Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Back to top button