Arşîv

Dilîşan… rojnamegera ku di bîra ragihandina azad de ye

Hevalên rojnamegera şehîd Dilîşan Îbiş di salvegera 2’yemîn a şehadeta wê de got “Şehîd Dilîşan navê xwe xist nav rûpelên zêrîn ên çapemeniya azad. Ji ber ku bi hemû hêza xwe bûyer vediguhastin û piranî hemle parve dikirin.”

Şehîd Dilîşan beşdarî piranî hemleyên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê bû ku QSD’ê serkêşiya wê dikir.

Şehîd Dilîşan di beşdariya hemleya xwe ya dawîn a QSD’ê de ya bi navê Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şehîd bû.

Di 12’ê Cotmeha 2017’an de Dilîşan û hevrêyê wê Hogir di dema şopandina bûyerên hemleyê de şehîd bûbûn. Lê Rizgar jî bi giranî bi hedefgirtina wan bi erebeya bombebarkirî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve, birîndar bû. Tevî hemû hewldanên rizgarkirinê, Rizgar jî piştî 2 mehan şehîd bû.

Dilîşan ku di kar û xebata xwe de bi disîplîn û hezkirî bû, îmzeyek di bîranîna çapemeniya kurdî de hişt. Bi taybet jî çapemeniya jinan û tev li karwanê şehîdan bû, da ku rêça Gurbetellî Ersoz û piranî rojnamegerên Kurd ên ku canê xwe ji bo gihandinê rastiyê ji cîhanê re dayne, bişopîne.

Di salvegera 2’yemîn a şehadeta Dilîşanê de, nûçegihana kanala JIN TV a bajarê Kobanê Rebîa Îto wiha anî ziman: “Şehîd Dilîşan îmzeyek li ragihandinê da ku tê de dixebitî bi hemû hêza xwe ya veguhastina rastiya şoreşê ji cîhanê re kar dikir. Bi kameraya xwe hewl dida rastiya heyî û jiyana jinan bişopîne.”

Rebîa wiha domand: “Kesayeteke Dilîşanê ya yekane hebû ku bi rihê şadî ku ji tevahî derdora xwe ve dihat hezkirin.”

Dilîşan di çapemeniya dîtbarî û nivîskî de dixebitî da ku rastiyên şoreşê raber bike. Rebîa pişterast kir ku li ser rêça ku Dilîşanê nexşe kiriye, berdewam dikin.

Xebatkara ajansa me ANHA’yê Jiyan Osman ku ji hevrêyên Dilîşan e, wiha da zanîn: “Şehîd Dilîşan bi hevrêyên xwe ve girêdayî bû. Hezkiriya karê xwe bû ku dengê rastiyê belav bike.”

Jiyan der barê hedefên Dilîşan de wiha got: “Rizgarkirina jinan ji koletî û desthilatê. Her wiha bi têkoşîn û israra wê bû sembola jinên azad.”

Di dawiya axaftina xwe de Jiyan Osman diyar kir ku dê li ser rêça tevahî şehîdan bimeşin heta aşkerakirina rastiyê.

Back to top button