Arşîv

Hediye Yûsif:Divê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di nava berxwedanê de be

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hediye Yûsif di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojhilatê Firatê de nirxandin kir û got: “Tu dewlet gavên piratîk li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê navêjin. Loma em tu sînoran nas nakin. Em ê berxwedan û tekoşînê mezin bikin.”

Di dîroka 9’Cotmehê 2019’an de artêşa tirk êrîşî Rojhilatê Firatê kir. Bêdengiya gelek dewletan jî heta niha li hember kiryar û êrîşên dewleta tirk didome. Di çarçoveya êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojhilatê Firatê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hediye Yûsif nirxandin kir.

‘Erdogan destûra êrîşkirinê negirtiba nikaribû êrîş bike’

Di destpêka axaftina xwe de Hediye bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: “Ev bû 4 roj dewleta tirk a dagirker êrîşî Rojhilatê Firatê dike. Bi taybet Bajarên Serêkaniyê û Girê Sipî hat hedefgirtin. Di heman demê de hemû sînorên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê di nava êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de ye. Ev êrîş bê guman bi erêkirina hêzên hevkar hatiye destpêkirin. Ji ber ku eger dewleta tirk destûra van êrîşina negirtiba nikarîbû êrîşên xwe bibe ser Rojhilatê Firatê. Ji bo van êrîşên ku li ser gelê me de tînin em şermezar dikin. Her wiha hêzên ku destek dane Tirkiyeyê wek Rejîma Sûriyeyê, Rûsya, Îran di heman demê de Emerîka ya ku aliyê hewayî ji Tirkiyeyê re vekirî şermezar dikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Hediye bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a li ser nirxên gelan û wiha pê de çû: “Êrîşên dewleta tirk ne tenê gelê kurd hedef digire, nirxên hemû gelan ên demokrasiyê û nirxên hemû gelan ên ku di 8 salan de bi serkeftiyên ku hatine bidestxistin hedef digire. Di heman demê de sîstema demokrasî û sîstema jiyana azad ji bo gelê Bakur û Rojhilata Suriyeyê hatiye afirandine hedef digire. Li hember van destkeftiyan ev êrîş, di heman demê de destkeftiyên ku li hember terorê jî hatiye bidestxistin jî hedef digire. Ev êrîşa li dijî felsefeya Netewa Demokratîk û felsefeya jiyana azad e. ”
‘Divê li dijî gefên Erdogan hemû dewlet û netew dengên xwe bilind bikin’

Hediya di berdewamiya axaftina xwe de qala komkujiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirk bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê jin, zarok qetil kir. Malên gel wêran kir û bi deh hezaran gel di encama êrîşan de ji cih û warên wan hat koçberkirin. Niha li dijî dagirkeriyê bi sed hezaran kes di nava berxwedanê de ne. Lê hêzên ku li rûmeta mirovatiyê xwedî derkertiye, divê li dijî êrîşên dagirkeriyê bêdeng nemîne. Tirkiye li herkesî gefan dide xwarin. Koçeberan dike mijara bazarê û ji ewropayê dibêje ger hûn bibêjin ev dagirkerî ye ez ê deriyan vekim. Ji bo wê jî di encama êrîşên ser gelê me gelek kes birîndar bûn, zarokan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes ji cih û warên xwe koçber bûne, ev jî karesatek mirovahiyê ye. Divê li dijî gefên Erdogan hemû dewlet û netew dengên xwe bilind bikin.”

‘Di van rojên dijwar de çeka herî xurt yekîtî ye’

Hediye di nava axaftinên xwe de diyar kir ku hêzên QSD’ê li dijî êrîşên dewleta tirk berxwedana xwe didomînin û got: “Hêza QSD’ê li dijî êrîşên terora dewleta tirk li Rojava têkoşiya û yekîtiya gelan ava kir. Her wiha nêzî 11 hezar pakrewanên xwe kiriye qurbana axa Rojava. Lê mixabin mirovatî heya niha li hember êrîşên dagirkeriyê bêdeng e û helwestên xwe li hember êrîşên dewleta tirk nedane nîşandan û tu gav nehatine avêtin. Êrîşên dewleta tirk ne tenê li hember gelê kurd e, li hember yekîtiya gelê Sûriyeyê û felsefeya azadiyê ye. Ji ber vê yekê xeteriya êrîşan gelek mezin e, ne tenê Bakurê Sûriyeyê tehdîd dike hemû cîhan tê tehdîtkirin. Di van rojên dijwar de çeka herî xurt yekîtî ye.”

‘Ji ber encama van êrîşina dibe ku hemû cîhan têkeve nava xetereyek mezin’

Hediye di dewamiya axaftina xwe de banga civaka navneteweyî kir ku li hember kiryarên dewleta tirk bisekinin û wiha got: “ Banga me ji civaka navneteweyî re heye ku li hember kiryar û dagirkeriyê bisekinin. Di heman demê de em bang li Yekîtiya Ewropayê, hêzên cîhanî yên demokrat û dezdgehên mirovî yên ku dirûşma berxwedanê bi hêzên QSD’ê re bilind kirin û qaşo destek dane wan, dikin ku zextan li dewleta tirk bixin da ku ev êrîş were sekinandin. Ji ber encama van êrîşina dibe ku hemû cîhan têkeve nava xetereyek mezin. Me çawa ji bo hemû mirovatiyê şer kir û bedelên mezin dan, divê îro jî ev mirovatî xwedî li me derkevin û bi hev re em li dijî zihniyeta qirker derkevin.

‘Em ji bo parastina yekîtiya hemû gelan li berxwe didin’

Hediye destnîşan kir ku divê Rejîma Sûriyeyê jî li dijî van êrîşan derkeve û got: ”Divê Rejîma Sûriyeyê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê bêdeng nemîne. Rejîma Sûriyeyê dibêje kurdê ku bi Emêrîkayê re di na va diyalogê de ne û hevkariyan de ne, em bi wan re hevdîtin û diyalogan nakin. Heger Rejîma Sûriyeyê diyalogan bi îradeya gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê çêneke wê di encamê de Rejîma Sûriyeyê jî bi kiryarên mezin rû bi rû bimîne û gelên wê ew ê werin qetilkirin. Loma jî hêzên me di wê astê de ne ku li hember dagirkeriya dewleta tirk bisekinin û berxwedana bêhemba didomînin. Baweriya me bi hêzên me hene. Di heman demê de baweriya me bi gel heye ku di nava berxwedanek pir mezin de ye. Ji bo vê jî em ne tenê ji bo çend kîlo metrên sînor şer dikin û berxwe didin, em ji bo yekîtiya hemû gelan û parastina xaka hemû gelan ji bo azadî û demokrasiya hemû gelan li berxwe didin.”

‘Divê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di nava berxwedanê de be’

Di dawiya axaftina xwe de Hediye bang li hemû gelên Sûriyeyê kir ku li hember êrîşan bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji hemû gelê Sûriyeyê re heye ku li dijî êrîşan bisekinin. Di heman demê de banga min ji gelê kurd re heye ku li ser her çar parçeyan di nava berxwedanek mezin de bin. Di heman demê de banga me ji her dostekî sîstema demokrasiyê û her kesekî azadîxwaz re heye ku dakevin kolanan li dijî dagirkeriyê biqêrin û nehêlin ala azadiyê û demokrasiyê bikeve. Heger bikeve wê mirovatî giştî winda bibe. Em ê li her deverê li kêleka şervanên xwe yên QSD, YPJ, YPG’ê bisekinin û xeta berxwedanê mezin bikin. Divê 4 parçeyên Kurdistanê û hemû cîhan li dijî dagirkeriyê di nava berxwedanek mezin de bin. Gelek dewlet dibêjin em li dijî êrîşên dewleta tirk in. Lê heta niha tu gavên piratîk nehatiye avêtin.”

Back to top button