Arşîv

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Sekreterya giştî ya partiya sûriya pêşerojê hevala Hevrîn Xelef ji aliye çeteyên dewleta Tirkiyê ve hedef hate girtin û hate şehîtxistin. Wek rêveberiyekê, hemû jiyana xwe jibo ewlekarî û parastina civaka xwe her tim di nava berxwedaniyê dabû diyarkirin. Bi salan jibo azadî û wekheviya civaka xwe xebatên giran bûha daye meşandin. Jibo têkoşîna azadiya civaka xwe di gelek kar û xebatên rêveberiyê de bi fedekarî cihê xwe girtiye. Herî dawî jî dema ku li ser erka xwe de bû ji aliye dijmin ve bi êrîşeke sûqastî ve hate şehîtxistin.
Ev êrîşa dijmin li hemberî hêza tevgera jin û destkeftiyên pêşngtiya şoreşa jinan a Rojava ye. Tirs û xofa dijmin herî zede li hemberî jinan derdikeve pêş. Bi vî rengî dixwazin di şexsê pêşengên jinan ên şoreşa Rojava de hêz, berxwedanî û yekîtiya jinên cihanê ji holê rabikin û tune bikin. Lê bele berxwedanî û hêza jinên şoreşger û berxwedêr wê hertim zindî be û li ser lingan be. Tola şehîdên azadî û wekheviya civakê we tu carî li erde nemine û bi hezaran kes dewsa wan bigrin û hêviyan wan wê li erde neminin.
Em wek kongra star ev êrîşa dijmin ya li ser hevala hevrîn bi dijwarî şermezar dikin û helwesta xwe bi awayeke tundî li hemberî hemû hêzên dagirker û raya giştî didin xuyakirin. divê hemû jinên cihanê, jinên têkoşînvan û azadîxwaz li hemberî vê êrîşa bê bext û dijwar bê deng neminin û helwesta xwe bidin nişandan.
Hêvî û kedkariya hevala hevrîn wê di her qada jiyanê de bê zindîkirin û bi hêviyên azadî û demokrasiye ve berxwedanî û têkoşîna wan bê berdewamkirin. Em di şexsê hevala hevrîn de hemû şehîdên têkoşîn û azadiyê bi bîr tînin û dibin şopdarê rêya wan a pîroz. Li ser vî esasî em carekedin vê êrîşa bê bext şermezar dikin û lanete li ser dijmin dibarînin.
KOORDÎNASYONA KONGRA STAR A ROJAVA
12.10.2019

Back to top button