Arşîv

Meclisa Jinan a Sûriyê hedefgirtina Hevrîn Xelef şermezar kir

Meclisa Sûriyê Demokratîk kiryara sûcdar a hedefgirtina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê şermezar kir. her wiha bang li civaka navdewletî û rêxistinên jinan kirin ku bi erkên xwe rabin û mudexele bikin ji bo êrîşa Tirkiyê rawestînin.

Meclisa Jinan a Sûriye a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuaniyek dan raya giştî û kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker der heqê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê Hevrîn Xelef şermezar kir. daxuaynî wiha ye:

Bi bilindbûna asta êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kerwanên şehîdan ji sivîlên bê guneh zêde dibin.

Îro herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xemgînî agahiya şehadeta endezyar Hevrîn Xelef Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê pêşwazî kir. Hêzên artêşa Tirk a dagirker di êrîşek tirsonek û xeder de erebeya wê li ser rêya navdewletî (Hesekê –Heleb) kirin hesed.

Wek Meclisa Jinan a Sûriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê em vê kiryara tirsonek der heqê şehîd Hevrîn Xelef de şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û jinan ên cîhanî dikin ku berpirsyariyên pêk bînin û mudexele bikin û êrîşa Tirkiyê ya hovane û ne rewa der heqê pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rawestînin.

Her wiha em soza xwe bi hevgirtina gel û hêzên xwe yên ku mirovahî hemû ji terorê parast û hîna diparêze dubare dikin.

Back to top button