Arşîv

Kongreya Star: Erdogan beriya ku biçe hemû rêbazên talan û tunekirinê pêk tîne

Ji 9’ê cotmehê ve êrîş û pilanên dagirkeriya dewleta Tirkiyê û pêşengê çeteyên DAIŞ’ê Erdogan a ku li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin, hîn jî berdewam dike û jibo sîstema netewa demokratik ji holê rabike bi dijwarî hemû xwînxariya xwe didomîne. Jibo wê jî bi çavsorî li ser gelê herêma Cizîrê, bombeyên xwe reşand û komkujiyê pêkanî. Gelên herêma cizîrê jibo bi hemû pêkhateyên xwe yên ên ku”çi Ereb, Tirkmen, Sûryan, Aşûr û baweriyên cûda ne” ve xwestin li hemberî şer û pevçûna îmha û tunekirinê xwe bikin mertalên zindî û pêşiya şerê cihanê yê sêyemîn ên ku di navbera dewletên kapitalîzmê de pêk tê, bigrin.
Lê bele, Erdogan jibo berjewendiyên xwe yên şexsî û desthilatdariya xwe wenda neke û dayîmî bike komkujiya gelên sivîlan li Rojava pêkanî. Bi vê yekê ve Erdogan da xuyakirin ku hem dijminantiya gelê kurdan hemjî dijminantiya pêkhateyên heremê dike. Erdogan jibo paşatiya osmaniyan dikare bavê xwe jî bikûje û her qirêtiyê jî pêkbîne. Lê bele, di heman deme de ev rewş û pêvajoya dawiyê, pelpitandinên dawiyê yên erdogan jî îfade dike. Berîya ku biçe hemû rêbazên talankirin û tunekirinê pêktîne.
Ev gel, wê heya dawiyê jibo ax û rûmeta xwe her tim di nava berxwedanî û têkoşînê de bin. Jiber azadiya gelên bindest esas digrin û tucarî dev ji daxwaz û dilsoziya azadiya xwe bernadin. Lê belê dijminên xwînxwar û hovane hemû gelen sivîl ên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan ber bombe û roketan. Ev bê exlaqiya herî mezin a mirovatî û dîrokê îfade dike. Carekedin zihniyeta netew dewlet û desthilatdariyê rûyên xwe yên reş û tarî nişanî hemû cihan û raya giştî dan.
Em wek Kongra Star ev komkujiya hovane û dij mirovatiyê ya ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhatiye; bi awayeke şidet şermezar dikin û bi tu awayî napejirînin. Ev komkujî polîtîkayên îmha û înkarkirina gelê Kurd û tunekirina pêşengtiya şoreşa jinên Rojava îfade dike. Li hemberî sîtema civaka dayîksalarî, desthilatdariya zihniyeta zilamên serdest gelek metirsiyan jiyan dikin. Jibo wê jî her cûre şêwaz û rêbazên tunekirin û qetilkirinê pêktînin. Em ê tucaran dev ji berxwedanî û têkoşîna azadiya xwe bernedin û emê bi hezaran jin û gelên bindest bigihînin zihniyeta azadî û wekheviya jiyanê.
Her wiha, emê tola şehîdên têkoşîna azadiyê hilnin û bibin şopdarê rêya wan da ku daxwazên wan ên azadiyê pêkbînin û mezintir bikin. Ronahî û agirê Şoreşa azadiyê wê her tim zindî be û tucaran venemire. Em li ser navê kongra star vê komkujî û qetliyama gelên sivîl şermezar dikin. Di şexê kesên şehit ketine de hemû şehîdên demokrasi û azadiyê bibîrtînin, ji hemû gelên Kurd û malbatên van re sersaxiyê dixwazin. Di heman demê de kesên birîndar re jî şîfayên acîl dixwazin.
KOORDÎNASYONA KONGRA STAR

Back to top button