Arşîv

Şehîd Hevrîn û şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û gelek şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Şêniyên cenazeyên şehîdan Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê Hevrîn Xelef, Ferhad Remedan endamê Partiya Sûriye ya Pêşerojê yên ku ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li ser rêya navdewletî şehîd bûne, şehîd Kajîn Şiyar bi rastnav Emîr Rakan, Bîlal Til Mişhen bi rastnav Mislih Elî, Harûn Doşka bi rastnav Muaz Semar ên ku li Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, şehîd Salih Hemk ê ku li gundewarê Dêrikê di encama topbaran artêşa Tirk a dagirker de li ser Dêrikê şehîd bûye ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Endamên Partiya Sûriye ya Pêşerojê, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rûspiyên êlan, oldaran tevî bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li merasîmê bûn.

Şêniyan wêneyên şehîdan, al û sembolên Hêzên Sûriye Demokratîk,YPG û YPJ`ê hildan.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre gelek axaftin bi navên YPJ Fermendar Kurdistan Xêrkî, Partiya Sûriye ya Pêşerojê endamê rêveber Samir Kebro, Tevgera Civaka Demokratîk endama rêveber Foze Yûsif, Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Asya Abdullah hatin kirin.

Endamê Rêveber ê Partiya Sûriye ya Pêşerojê Samir Kebro sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Guneha gelê me çi ye heta ku rastî êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê were. Çima bêhna xwîna ji herêmên me bi dawî nabin. Guneha şehîd Hevrîn a ku bûbû sembola biratiya gelan û aştiyê çi ye.”

Ji aliyê xwe ve Foza Yusif got: “Erdogan aloziya xwe ya hundirîn derbasî herêmên me dike da ku li ser hesabê xwîna me û zarokên me dagir bike û êrîşên xwe yên hovane li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.”

Foza wiha domand: “Êrîşa Tirkiyê li ser herêmên me bi xwe kaniya xwînê û terorê ye. Dê di vê kaniyê de bimire. Tunekirina DAIŞ`ê ne ji berjewendiya Erdogan e. Lewra DAIŞ`ê nûz li herêmê Erdogan û çeteyên wê ye.”

Her wiha Asya Abdullah axivî û teqez kir ku şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker tenê têrê nake, divê li hember vî dagirkeriyê biserkinin û ji ber sûcên der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne wî darizînin.

Asya wiha domand: NATO şirîkê vê sûcê ye. Ji ber ku dewleta Tirk endama NATO`yê ye. divê bilivin ji bo ku vê êrîşê rawestînin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin. Malbatên şehîdan şopandina rêya têkoşînê û tevlibûna eniyên şer li dijî zordarê serdemê teqez kirin.

Dayîka dayîla şehîd Hevrîn, Suad Mihemed axivî û got armanca Hevrîn belavkirina aştiyê û biratiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û olan de bû, lê terorê bi serkêşiya Erdogan li hember rêya wê sekînin ji ber ku ev proje li ser artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xeter e.

Piştre şervanan cenazeyên hevalên xwe rakirin ser milan û li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Back to top button