Arşîv

Jinên Qamişloyê: Em jî canfedayê welatê xwe ne

Jinên Kantona Qamişloyê yên ku ji bo piştgiriya şêniyên Serêkaniyê ketin ser rêyan wiha gotin :”Were xwestin em ê canê xwe jî feda bikin.”

Dewleta Tirk ji 9’Cotmehê ve heta vê kêliyê bajarê seranserî sînor ji Kobanê heta Dêrikê bombebaran û topbaran dike. Di encamê de bi dehan şehîd û bi sedan birîndar çêbûn.

Gelê ku xwe kirin mertalê zindî da ku piştgiriyê bidin têkoşerên azadiyê, beriya wê nêrînên xwe anîn ziman, kêliya ku gihaştin Serêkaniyê jî ji aliyê balafirên dewleta tirk hatin hedefgirtin û komkujî çêbû. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

‘Erdogan kî ye ku îro xwîna me, zarok, keç û xortê me dirjîne’

Newroz Esed a ji bajarê Dêrikê ye wiha dibêje: “Em ê xaka xwe ji dagirkeran re bernedin. Mafê me jî li vê cîhanê heye lê Emerîka, Rûsiya û dewleta tirk û hevkarên we dixwazin me ji para me bêpar bihêlin. Dewletên Navnetewî mafê me naparêzin. Heger Dewletên Navnetewî mafê me binpê nekira îro dewleta tirk wêrek nedibû û êrîşî kurdan nedikir. Ma çavê dewletên navneteweyî rijiyaye û kor bûye, heta ku komkujiyên ku dewleta tirk der heqê gelan de pêk tîne nabîne?

‘Edalet li cîhanê tune ye, qetilkirin û qirkirina mirovan heye’

Şeyîma Dêrikî jî ev yek anî ziman: “Tu edalet li cîhanê tune ye, eger heba îro ewqas jin,zarok û kal û pîr şehîd nedibûn. Armanca me ew e ku em jiyaneke azad û bi rûmet bijîn, lê tu kes vê yekê naxwaze û her em bi êrîşan re rû bi rû tên hiştin. Dixwazin em her kole û xulamê wan bin. Lê em jiyana koletiyê qebûl nakin, em ê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet li berxwe bidin.”

‘Wê xaka Rojava ji dagirkeran re bibe goristan’

Mesûda Ezîz ji bajarê Amûdê ye wiha dibêje:”Hember top,tank û balafirên dagirkeran dirûşemeya me ya serkeftinê her berz dibe, berxwedan jiyan e. Em şer naxwazin, aşîtiyê dixwazin lê berjewendiyên hêzên hegemon, vê yekê naxwazin. Qetilkirin û qirkirina gelan dipejirînin. Eger tank ên wan di ser bedena me re jî derbas bin em ê rê nedin wan faşîst û dagirkeran ku buhustek ji axa me bigirin. Em ê xaka Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dagirkeran re bikin goristan..”

Back to top button