Arşîv

Jinên Ereb û Tirkmen êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên ereb û tirkmen ên li Şehbayê daxuyanî li Navçeya Fafîn ya Şehbayê, dan.

Jinên Ereb û Tirkmen êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava bi daxûyaniyekê şermezar kirin û helwestên xwe li hember êrîşên dibe sedema kuştina sîvîlan û bêdengiya dewletan nîşan dan. Di daxuyaniyê de hemû endamên sazî û meclîsên Kantona Şehbayê amade bûn. Jinan alên Yekîtiya jinên azad û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Şehîd Hevrîn Xelef hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Yektiya Jina Azad a Şehbayê, Sebah El- Nasêr ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em jinên Kantona Şehbayê dagirkerî û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar û lenet dikin. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê Erdogan û komên çete yên girêdayî wî, gelên Sûriyeyê ji xwe re kirin hedef. Ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û dîroka dagirkeriya Osmanî careke din zindî bike, ji ber vê yekê bi hemû çekên xwe yên giran û çekên ku qedexe ye bi kar anîn. Di nava van êrîşan de dar, mal, kevir, mirov ji şerê wan ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xilas nebûn. Gel bi darê zorê koçber bûn û her wiha komkujiyên xwe berdewam kir û jin tên hedefgirtin. Herî dawî Hevseroka Partiya Pêşeroj ya Sûriyê Hevrîn Xelef ji ber ku dixwazin di şexsê jina azad de projeya Netewa Demokratîk vala derbixin, hedef girtin.

Em jî wek jinên Şehbayê em ê piştgirîyê bidin hevjîn û dayikên pakrewanan yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe kirine qurban. Em jî soz didin ku her dem têkoşîna me dê mezintir bibe.

Em bi navê jinên Ereb û Tirkman bi yek destî li hember dagirkeriyan bisekinin û hemû pilanên dewleta tirk a dagirker têk bibin. Her wiha em bangwaziya Rejîma Sûrîyeyê dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê derkeve. Her wiha em bang li civaka navneteweyî û komara Erebî, Meclîsa ewlehî û tevahî saziyên Navdewletî dikin ku dagirkeriya dewleta tirk li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi dawî bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî yekîtiya gelan” û “Bijî hêza QSD’ê” bi dawî bû.

Back to top button