Arşîv

Zarokên Qamişloyê: Em şer naxwazin, em dibistanên xwe dixwazin

Zarokên li bajarê Qamişloyê yên ku bi sedema êrîşên dewleta tirk dûrî dibistana xwe ketine gotin: “Me bêriya mamoste û hevalên xwe yê dibistanê kiriye. Em şer naxwazin, em dixwazin vegerin dibistana xwe.”

Zarokên bajarê Qamişloyê yên ku ev demeke ji ber rewşa êrîşên dewlet Tirka dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikarin biçin dibistanên xwe bixwînin, li hember van êrîşan bertekên xwe nîşandan û hestên xwe yên zaroktî ji me re pareve kirin.

‘Min bêriya dibistana xwe kiriye’

Şîraz Mihemed yê bi temenê xwe 9 salî wiha dibêjê: “Ji dema ku şer li Rojavayê Kurdistanê despêkiriye malbata min nahêle ku ez biçim dibistanê, min bêriya mamoste û hevalên xwe yên dibistanê kiriye.”

‘Ez dixwazim hevalên xwe li dibistanê bibînim’

Zêrma Ridwan zaroka bi temenê xwe 10 salî ku ev 5 roje ji dibistana xwe qut bûye wiha got: “Min gelek bêriya hevalên xwe kiriye, ez dixwazim deriyê dibistanên me vebin û em careke din biçin dibistanan, da ku ez havalên xwe bibînim. Em şer naxwazin”

‘Em nikarin ji mal xwe derkevin’

Zaroka bi navê Şînda Ewalî 13 sal li ser van êrîşan wiha hestên xwe parve dike: “Beriya ku dewleta Tirk bi bombebarana êrîş bike, rewşa me gelek xweş bû û em kêfxweş bûn. Niha deriyê dibistanê me hatin girtin, êdî em nikarin ji malên xwe derkevin ji tirsa bombeyan. Hêviya min ew e ku bajarê me vegere wek berê, da ku li ber dariyê malê bi hevalên xwe re bilîzim.”

Back to top button