Arşîv

Jinên Başûr sibe ji bo Rojava dest bi çalakiyê dikin

Jinên Başûrê Kurdistanê yên di nava aliyên siyasî û rêxistinan de biryar dan ku ji bo Berxwedana Rûmetê rêze çalakiyan lidarbixin. Tê payîn jin sibe li bajarê Silêmaniyê destbi çalakiyê bikin.

Çalakvanên jin yên siyasî, li avahiya Kongreya Star a bajarê Silêmaniyê, li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê civiyan. Di civînê de jinên Tevgera Goran, YNK, jinên Rojhilatê Kurdistan, Tevgera Azad û kesayetên jin amade bûn.

Jinan di civînê de biryar dan ku ji bo Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiyan bikin. Bi vê boneyê biryar hat girtin ku sibe li ber derê Baxê Giştî di saet 16:30’an de yekem çalakiya xwe lidarbixin.

Herwiha bi heman armancê jinan biryar dan ku di 17’ê Cotmehê de jî li Silêmaniyê çalakiyek lidarbixin. Herwiha jinan biryar giritn ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ya ser Rojavay3e Kurdistanê îmzeyan kom bikin.

Back to top button