Arşîv

Zelal Ceger: Şerê me şerê rûmetê ye, em ê rûmeta xwe biparêzin

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava nirxandin kir. Zelalê diyar kir ku di rojên wiha dîrokî de pêdivî herî zêde bi yekîtiyê re heye û wiha got: “Ger em di berxwedana rûmetê de bi ser bikevin em ê di tevahî şerê Sûriyeyê de bi ser bikevin. Em ji bo tevahî gelên Sûriyeyê hene, şerê me şerê rûmetê ye. Em ê dagirkeriya tirkiyeyê têk bibin.”

Di çarçoveya êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û lihevkirinên bi rêjîma Sûriyeyê re, berxwedana gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe di nava şerê rûmetê de, hedefgirtina jinên pêşengên şoreşê ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve û bangewaziyên yekbûna Kurdan li hember êrîşan, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger nirxandin kir.

‘Diyaloga Sûrî-Sûrî tim daxwaze me bû’

Zelal wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Dema ku şoreşê dest pê kir, wê demê ji rêjîma Sûriyeyê re hat gotin, ji bo ku gelê Sûriyeyê nekeve nava xeteriyekê û di felaketekê re derbas nebe lihevkirin pêwîst e. Dîsa weke hereketa Kurd me ji rêjîmê xwest Sûrî nekeve nava şerekî dijwar. Me ji wan re got mafê gel bide wan, ji bo em di şeran re derbas nebin, lê mixabin rêjîma Sûriyeyê tu nêzîkatiyên erênî neda nîşandan. Ev çend sal in di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şerên pir dijwar diqewimin. Ev 2 sal in dawiyê jî li ser navê MSD’ê û Rêveberiya Xweser ev nêzîkatî hatin çêkirin diyaloga Sûrî-Sûrî me pêşniyar kir, da ku em bikaribin pirsgirêka Sûriyeyê li Sûriyeyê çareser bikin. Li şûna em biçin Astana, Sûşî û Cinêvê em bi xwe nakokiyên xwe çareser bikin. Lê mixabin dewletên ku destwerdan dikirin, nedihişt ku aramî di Sûriyeyê de were çêkirin û hikûmeta Sûriyeyê jî ew hêz nedida nîşandan ku bi rastî jî bi me re bikeve di nava diyalogan de, da ku em pirsgirêka Sûriyeyê di Sûriyeyê de çareser bikin.”

‘Armanca Tirkiyeyê ew e tevahî Sûriyeyê dagir bike’

Di berdewamiya axaftinên xwe de Zelalê bal kişand ser rewşa aloziya li Sûriyeyê û wiha domand: “Îro em gihaştine asteke wisa, deverên Sûriyeyê mîna Izaz, Cerablos, Bab, Idlib û Efrîn di destê dagirkeran de ye. Ger rê ji Tirkiyeyê re were vekirin, wê biçe bajarên din yên Sûriyeyê mîna Heleb û Humis jî wê derbas bike. Xeyalên dewleta tirk ji çend bajaran mezintir e û her ku diçe fireh dibe. Tirkiye dixwaze tevahî Sûriyeyê bike bin dest xwe. Em dikarin bêjin mîsaqa wê ya milî heya Helebê ye û di nav de jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji bo wê me her dem ev esas girt, lê belê vê rêjîmê tu helwestên erênî neda nîşandan heta ku îro em ketin di nava şerekî dijwar de. Di vî şerê dijwar yê ku îro dewleta tirk a dagirker dide çêkirin û em dibînin hêzên hegemon li ser herêmê tu sekneke cidî li hember dagirkeriya tirkiyeyê nedane nîşandan û rê jê re vekirin da ku derbasî herêmên me bibe. Ger rewş wisa be ji bo tevahî Sûriyeyê ne baş e. Em weke tevahî gelên ku di herêmê de dijîn û hemû pêkhateyên wê di Rêveberiya xweser de, temsîla wê dikin hevdîtana ku hatiye kirin li ser wî esasî ye li ser esasê hemû pêkhateya ye.”

‘Dagirkeriya dewleta tirk wehşetek mezin e’

Zelalê destnîşan kir ku li ser armancên êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Rojava û hincetên rewakirina van êrîşan û wiha dewam kir: “Îro ev şer dijwar tê qewimandin. Bangewaziyên dewletan jî hat çêkirin ku bi Sûriyeyê re hevkariyek were çêkirin. Ji ber hincetên dewleta tirk ew e ku şerê têrorîstan dike. Her kes dizane ku tu carî me xeterî li ser tu dewletan çênekirine. Erdogan dewletan bi propagandayên em li terorê dixin dixwaze bixapîne. Hinceta Erdogan a din jî koçber in, dibêje ez ê wan sê milyon koçberan derbasî Bakurê Sûriyeyê bikim. Lê nabêjê ku îro 5 milyon mirov îro di Bakurê Sûriyeyê de dijîn û wê ji ber dagirkeriya tirkiyeyê bi ku ve biçin. Gelê sivîl ji ber dagirkeriya Erdogan direvin û ev yek me baş bi çavên xwe dît. Sekretera Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi rengekî hovane bi destê çeteyên Erdogan hat qetilkirin. Ev jin dema ku dikeve destê çeteyan de, tevî ku ji wan re dibêje ez seroka partiyê me wê qetil kirin. Çeteyên ku îro Erdogan serkêşiya wan dike ferq û cudahiyê nakin navbera mirovan. Çi leşker be yan jî sivîl be. Ji bo wê jî ew vê herêmê qedexe dibînin û dibêjin gerek were tesfiyekirin. Ev dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê pir hovane ye.”

‘Hevpeymana me bi rêjîma Sûriyeyê re tenê leşkerî ye, mijarên siyasî nehatine nîqaşkirin’

Zelalê bal kişand ser naveroka tifaqa di navbera hêzên QSD’ê û rêjîma Sûriyeyê de û wiha nirxandinên xwe dom kir: “Dewleta tirk dixwaze heta Reqa û Dêrezorê biçe, armanca wan ne tenê 30 km. ye. Armanca wan xaka Sûriyeyê bi tevahî ye. Hevpeyimana ku hatiye çêkirin tenê li ser esasê sînor e. Ev lihevhatina bi rêjîmê re tenê di aliyê leşkerî de ye, hîn mijarên siyasî nehatine nîqaşkirin. Tenê niha armancên me em axa Sûriyeyê biparêzin. Hêza me xurt e, lê em dixwazin êdî nakokiyên Sûriyeyê deyînin alî û bi hev re hemû gelên Sûriyeyê li hember dagirkeriyê biparêzin. Dewlet nikare derbasî axa welatekî din bibe. Me xwest em vê hincetê ji holê rakin. Di nava lihevkirina me ya bi rêjîmê re, Serêkaniyê û Girêspî ne tê de ye, Rûsan xwe neda ber. Helbet ev nêzîkatiyeke dirûtî ye li dijî Gelê Kurd tê meşandin. Yanî va şerek tê meşan hûn tên kuştin, talankirin, wêrankirin ji me re ne xem e. Mirov dikare bêjê tifaqek wan bi hev re heye, ji Serêkaniyê heta Girê Spî û ew dikarin têkevin xaka Sûriyê, peyman çêkirine. Tîfaq hatiye çêkirin da ku em gavê paş de navêjin. Lihevhatina me ya siyasî jî piştî ku rewş aram bû, wê çaxê wê hevpeyimanên nuh werin çêkirin.”

‘Çareseriya esasî gerek di Sûriyeyê de were çêkirin’

Zelalê qala qehremaniya gelê Rojavayê Kurdistanê di nava salên şoreşê de dike û wiha pê de çû: “Ev çend sal in gelê Rojavayê Kurdistanê berxwedanek dîrok didin meşandin. Mînakên wê jî berxwedana Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, berxwedana Kobanê, Efrin, Şengal û herî dawiyê jî niha berxwedana rûmetê ye. Berxwedana rûmetê weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser her tiştekî re ye. Ger em di berxwedana rûmetê de bi ser bikevin em ê di şerê Sûriyeyê tevahî bi ser bikevin. Em ê Efrinê jî rizgar bikin û dagirkeriya dewleta tirk li ser axa Sûriyeyê têk bibin. Çareseriya ku îro em dixwazin ji bo tevahî gelên Sûriyê ye. QSD’ê ji bo tevahî gelên Sûriyeyê şer dike. Ciwanên li ser vê axê ji bo vê axê têkoşîna azadiyê didin meşandin. Di encamê de xaka Sûriyeyê yek e. Gelê me ji her wextekî zêdetir gerek bixebite, ya muhîm em dagirkeriya dewleta tirk bidin sekinandin. Çareseriya esasî gerek di Sûriyeyê de were çêkirin.”

‘Gelê me ji bo serkeftinê seferber e, berxwedena me ya rûmetê ye’

Zelalê behsa heyecana gel ji bo parastina ax û rûmetê dike û wiha dewam kir: “Îro me sîstemek daye avakirin û em ê vê sîstema xwe biparêzin. Ger îro sîstemeke demokratîk di Sûriyeyê de were çêkirin û mafê hemû gelan di nav de hebe, her kes wê li derdora wê xwe kom bikin. Tişta niha li pêşiya me ku em her kes bikaribin bi rengekî çalak tevlî berxwedana rûmetê bibin û xwe bikin mertalên zindî li hember vê dagirkeriya hovan e. Berxwedana me berxwedana rûmetê ye û em ê rûmeta xwe biparêzin. Gelê me ji bo serkeftinê seferber e.”

‘Hedefa me yekîtiya neteweyî ye’

Zelalê qala yekîtiya kurdan dike ku divê her partiyek nakokiyên xwe deyine alî û li hember dagirkeriyê axa xwe biparêzin “Xebatê me ji bo yekîtiye Kurdan di asteke xurt de bû. Ev şer ji her wextekî zêdetir ferz dike ku yekîtiya gelê Rojava were çêkirin. Em dibêjin hemû partiyên ku di Rojavayê Kurdistanê de hene, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ciwana gerek her kes bixebite, ji bo yekîtiya kurdan bide avakirin û bi yek dengî helwesta xwe bide nîşandan. Em Gelê Kurd li vir in û em qebûl nekin dewleta tirk xaka me dagir bike . Gerek Rojavayê Kurdistanê bi berxwedan û yekîtiya xwe bibe mînak. Hedefa me yekîtiya neteweyî ye.”

‘Piştî Rojava ,dewleta tirk ew ê amadekariya dagirkeriya Başûrê Kurdistanê bike’

Zelalê ji bo helwesta partiyên Başûr ev tişt got: “Helwestên ku niha partiyên me yên Başûr didin nîşandan, helwestên baş in lê gerek hîn mezintir bin. Perlamentoya Başûr li Hewlêrê li hev rûniştibûn, wan jî helwestên xwe li hemebr dagirkeriyê dan nîşandan. Gerek hikûmeta herêmê û partiyên heyî di Başûr de bizanibin, ger îro Rojavayê Kurdistanê kete destê dewleta tirk, wê sibehê Başûrê Kurdistanê jî bikeve destê dewleta tirk. Bi dehan pargehên dewleta tirk di Başûrê Kurdistanê de cihê xwe digirin. Dewleta tirk amedekariya dagirkeriya Başûr jî dike. Em baş dizanin ku eger di rojava de bi ser ket wê sibe jî di başûr de jî heman pêvajoyê dest pê bike. Gerek hemû partî helwesta xwe bikin yek li hember vê dagirkeriyê.”

‘Divê jinên cîhanê xwedî li rûmeta Hevrîn derkevin’

Zelalê di dawiya axaftinên xwe de hovîtiya li dijî jinan di nava şerê dagirkeriyê de bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir “Her kes dizane ku şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinê tê naskirin. Pêşengên weke Hevrîn, Arîn û Barînan li pêş in. Hevrîn îro jineke siyasetmedar bû û jineke pêşeng bû di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û yekîtiya tevahî gelê Sûriyeyê esas digirt. Lê me dît bi destê dagirkeriyê bi rengekî hovane hat qetilkirin. Di şexsê Hevrînê de tevahî, jinên azadîxwaz hedef tê girtin. Gerek em weke tevahî jinê ala berxwdanê bilind bikin. Ji bo rûmeta jinên cîhanê jî, gerek rêxistinên jinê xwedî li rûmeta Hevrînê derkevin. Ji bo civakeke demokrat, civakeke azad û yê ku pêşengtiya vê yekê bike wê jin bi xwe be. Wek tevahî jinên cîhanê gerek em dilê xwe bikin yek xebat û têkoşîna xwe li hember desthilatdariya sîstemên dewletan ên ku îro hene bilind bikin. Em di wê baweriyê de ku dengê me digihêjê tevahî jinan.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27