Arşîv

Li dijî êrîşan şêniyên Qamişloyê meşiyan

– Bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi dirûşma” Em li ser axa xwe tu kesên biyanî qebûl nakin, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişloyê bi hemû netewên xwe û bi sedan endamên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, beşdarî meşê bûn. Di meşê de Wêneyên Tekoşerên azadiyê û alên Kongreya Star, YPJ/YPG/QSD’ê hatin hildan. Her wiha pankertên ‘Ji bo Terora Erdogan Na’, ‘Gelên Sûrî dagirkeriya Osmaniyan qebûl nakin’, ‘Bijî Yekîtiya Gelan’, hatin hilgirtin.

Meş ji Qada Şehîd Rûbar dest pê kir û bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî YPG/YPJ/QSD’ê”, “Qatil Erdogan”,” Faşîst Erdogan” heta navenda NY’ê hatin berzkirin.

Gel li ber navenda NY’ê rawestiya û piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Rêverberiya Xweseriya Demokratîk Talat Yûnsit û li ser navê Desteya Parstinê Hediya Şêx Hesen axivîn. Di axaftinê de wiha hat gotin: “Gelên me rastî jî bi hêz û berxwedêr in. Şervanên me li berxwe didin. Îro ev berxwedana dîrokî li ser vê xakê tê nivsandin tu kes nikare bike. Gel li beramberî hêza duyemîn di Nato yê de li berxwe dide. Em tu carî Erdogan û komkujiyê wî qebûl nakin. Cîhan jî li vê terorê temaşe dike û komkujya me dixwaze, lê em ji van komkujiyan mestirin.”

Meş bi dirûşmên” Bijî berxwedana Şervanên me”, bi dawî bû.

Her wiha gelên Qamişloyê sibehê carek din ew ê li berê xwe bidin Serêkaniyê ku bibin mertalên zindî li dijî van êrîşan.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27