Arşîv

Platforma Jinên Kurd ên Yekbûyî: Bibin yek

Platforma Jinên Kurd ên Yekbûyî bi daxuyaniyeke nivîskî dagirkeriya Tirk şermezar kir, bang li Kurdan kir ku bibin yek û got ew amade ne bibin navbeynkar.

Di daxuyaniyê de ya Platforma Jinên Kurd ên Yekbûyî de hate gotin, ‘’Em jinên Kurd ên fikr û ramanên cûda, ji derdorên cûda, ji sazî û dezgehên cûda û şexsiyet hatin cem hev. Û em jin heta îro hem bûn şahîdê komkujiyan, êrîşan û hem jî êrîş anîn ser me. Kurd an di cih de hatin rûxandin an em hatin bêcihûwarkirin.’’

Di daxuyaniyê de têkilî êrîşkariya dagirkeriya qirker a Tirk hate gotin, ‘’Van rojan bi hemû rêbazên herî hov ên şer li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rejîma Komara Tirkiyeyê pêk tîne. Ev şer beravajî qanûnên navnetewî, yên Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpa, Yekîtî ya Ewrûpa, şertê xweseriyê, Kyoto, Ottowa, Protokola Gerdunî ya mafên jinan, zarokan, baweriyan, gelan, xwazayê, qanûnên şer ên Cenevreyê ye. Bi vî şerî re mirovahî dimire, hiqûqa navneteweyî tê tunekirin, demokrasî bi lez wenda dibe û şer ji qonaxa sûcê dijî mirovatiyê wêdetir dibe. Qanûna dirûtî talan dike.

Em Platforma Jinên Kurd ên Yekbûyî bang li hemû sazî û dezgehên navxweyî û navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û bangî gelê Kurd jî dikin ku bibin yek. Em carek din dubare dikin ku em amade ne di vê mijarê de bibin navbeynkar.’’

Back to top button