Arşîv

Jinên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên endamên Kongreya Star ên navçeya Til Birakê êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Jinên navçeya Til Birakê daxuyaniyek der barê şermezarkirina êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de weşand.

Jin li Hola Şehîd Zewba ya li navenda navçeyê kom bûn û ji hêla rêvebera Kongreya Star a navçeyê Henan Silêman ve daxuyanî hat xwendin.

Daxuyaniya jinên navçeya Til Birakê wiha ye:

“Em êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar û lanet dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêza xwe ya leşkerî QSD’ê ku ji tevahî pêkhateyên Sûriyê yên li herêmên Rêveberiya Xweser hatiye avakirin, şerê terorê li bakur kir û piştre şerê rizgarkirinê li dijî rêxistina terorê ya DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî.

Me ne êrîş an jî gef li dewletên cîran û heta dewleta Tirk jî kiriye an xwariye. Lê hê jî dewleta Tirk me bi terorê tawanbar dike. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, rola wê ya aktîf di belavkirina terorê li Sûriyê de hebû. Îro jî êrîş xaka Sûriyê ya ku QSD’ê bi xwîna ciwanên xwe rizgar kiriye, dike. Dewleta Tirk di van êrîşan de hovanetirîn sûc û çekên qedexekirî bi kar anîn û sivîl kuştin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û şehîdan bi dawî bû.

Back to top button