Arşîv

‘Em biyaniyan li ser xaka ku 11 hezar şehîd dane, qebûl nakin‘

Tevgera Xwendekarên Demokrat: Em biyaniyan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku 11 hezar şehîd dane napejirînin. Ji bo parastina welat erka ku bikeve ser milê me em ê pêk bînin.

Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Xwendekarên Demokrat daxuyaniyek ji raya giştî re eşkere kirin.

Xwendekar li pêşiya zanîngeha Qurtûba ya bajarokê Girbawî yê bejahiya bajarê Qamişlo yê bakurê Sûriyê kom bûn û alên YPG û YPJ`ê hilgiritin. Daxuyaniya xwendekaran ji aliyê rêveberê tevgerê Diyar Alî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate goitn: “Em wek Tevgera Xwendekarên Demokrat biyaniyan li ser xaka xwe napejirînin, ji ber xaka Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya 11 hezar şehîdan hatiye rizgarkirin.”

Her wiha bal kişandin ser rola pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkes, Suryan û Tirkimenan di rizgarkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna jiyana azad û demokratîk de hate destnîşankirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Ji bo rizgarkirina xaka Sûriyê ji dagirkiran û parastina rûmetê QSD`ê rojane şehîdan didin, di heman demê de li dijî artêşa Tirk, em ji hêza Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) bawer in û xwe naspêrin tu dewletekê.”

Tevgera Xwendekarên Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de got: ” Hemû şerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine meşandin, sloganê berxwedanê bilind kirin, ji ber vê yekê şerê niha tê meşandin, şerê gelê şoreşger e, ji ber vê yekê em jî amade ne erka xwe ya parastina welêt pêk bînin.”

Back to top button