Arşîv

Li Dêrikê, 11 partiyên siyasî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Li Dêrikê partiyên siyasî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, şermezar kirin.

Partiyên siyasî li Qada Şehîdan a navçeya Dêrikê kom bûn ku daxuyaniyekê bidin. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şexê Dêrikê Stêrstan Hacê ve hat xwendin.

Daxuyaniya 11 partiyên siyasî wiha ye:

“Ji 9’ê vê Cotmehê ve, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di êrîşên hikumeta Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ve bi navê qaşo(kaniya aştiyê) re rastî êrîşên hovane tên. Bi wê re jî firehkirina dagirkirina xaka Sûriyê ku binpêkirpêkirineke diyarker a mîsaqên navdewletî û hedefgirtina vîna gelên herêmê ye, dike armanc. Bi xîtaba olî ya yekalî û bi mebest êrîşên xwe dest pêk kir. Tevahî cureyên çekan û heta yên qedexekirî jî pêk anî. Bi îdîaya avakirina herêma ewle, êrîşên xwe pêk tîne. Heta niha bi sedema êrîşên çeteyên bêserûber ên ji bermahiyên DAIŞ û El-Qaîde ne yên li ser herêmên bi her awayî ewle ye, zêdetirî 300 hezar şênî koçber bûn û li rexê jî bi dehan qurbaniyên sivîl ji zarok, jin, kal û pîran hene. Her wiha QSD’ê bi tevahî hêzên di nav de heyî, destanên efsane û fedayî da ku xeleka yekemîn a plangeriya dijmin li eniyan bişkînin, pêk anî. Biratiya rast di xendekên rûmetê de ya di navbera pêkhateyan de, eşkere bû.

Ev berxwedana ku tevahî cîhan li hember serkeftina li dijî qaşo Dewleta Îslamî, matmayî kir. planên hikumeta AKP’ê bin pê kir û bi wê re jî careke din bi hemû çeteyên xwe êrîş herêma ewle û aramiya gelên herêmê kir ku rûyê xwe yê qirêj û rûyê DAIŞ’ê eşkere bike. Her wiha bi hemû cureyên qirêjiyê keça bajarê (Dêrikê) û ya ku sembola jiyana sivîl e û Serketera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef hedef girt. Da ku ji tevahî cîhanê re derew û îdîayên dewleta Tirk bên xuyakirin. Ji lewre Camiyeya Erebiyê û YE’yê bi taybet û tevahî dewletên cîhanê helwestên xwe şermezarkirinê eşkere kirin. Bi wê re jî rêveberiya Amerîkayê hewl da deriyekê bibîne û fişarê li dijî AKP’ê bike ku agirbestê ragihîne û alava şer a ku tevahî cihanê dixe bi ji nû ve vejandina DAIŞ’ê dixe xeteriyê, rawestîne. Lê QSD’ê bi daxuyaniyeke fermarî ragihand ku agribestê qebûl dikin.

Lê hê jî dewleta Tirk karwanên sivîlan û tîmên Heyva Sor ku berê xwe didin bajarê Serêkaniyê ya berxwedêr, hedef digere. Ew jî binpêkirineke eşkere ya mîsaq û qanûnên navdewletî ye. Ji lewre ji tevahî dewletên pêwendîdar û NY’yê tê xwestin ku li gor qanûnên xwe tev bigerin û biryarên der barê rawestandina van gef û dagirkirinê de bistînin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku ji tevahî xaka Sûriyê û di serî ji Efrînê vekişe.”

Em wek rêxinstinên partiyên siyasî li Dêrikê, li hember helwestên navdewletî, erebî û kurdistanê yên li ser astên fermî û gelêrî yên şermezarkirina vê dijminatiyê, rêzdar in. Her wiha sekna wan li rex gel ji aliyê moral di vê karasetê de bi nirx dibînin. Li aliyekî din jî bi hêvî ne helwestên xwe pêşbixin da ku bigihînin biryarên rawestandinê.

Ji vir, ji bajarê Dêrikê ya Sûriyê bang li tevahî hêzên siyasî yên Sûriyê bi giştî û kurdî bi taybet dikin ku zimanê diyalogê wek bingeh bigirin da ku tevahî doz û pirsgirêkên bigirêk çareser bibin, da ku li gor vê berpirsiyara li ser milê me derkevin.

Ji vir piştrast dikin ku ji rihên şehîdan nirxên wefadariyê û berxwedanê werdigirin û her wiha der barê mafên xwe yên xweza ya girêdanê û parastina xaka û jiyanê misoger dikin û hêzên xwe yên qehreman ên ku dîroka nû ya lehengiyê û fedayetiyê qeyde kiriye û qeyd dikin, silav dikin.”

Rêxistinên partiyên siyasî ev in:

1. Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).

2. Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Azad.

3. Hevbendiya Nîştimanê ya Kurd li Sûriyê.

4. Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê.

5. Partiya Demokratî ya Pêşvero li Sûriyê.

6. Partiya Demokratî ya Kurd li Sûriyê.

7. Partiya Aştiya Demokratî ya Kurdistanê.

8. Partiya Sûriyê ya Pêşeroj.

9. Partiya Azadî ya Kurdistanê.

10.Partiya Komunîst a Kurdistanê.

11. Yekitiya Suryan.

Back to top button