Arşîv

Eniya Jinan a Demokratîk a Pakistanê piştgiriya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Eniya Jinan a Demokratîk a Pakistanê piştgiriya xwe bi jinên Kurd ên li Rojava re ku şerê DAIŞ`ê kir û bi lehengiya xwe têk birin û niha jî şerê hêzên dewleta Tirk a dagirker dikin, nîşan da.

Eniyê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşa xwe de berdewam dike ku bûye sedema koçberiya bi hezaran kesî û derketina girtiyên DAIŞ`ê û hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Her wiha eniyê destnîşan kir ku tiştê ku niha rû dide pêvajoyeke nû ji qirkirina ku bi salan e ji Tevgera rizgariya nîştimanî ya Kurdistanê re ye û dewama siyaseta Recep Tayyîp Erdogan e ku dixwaze Kurdên li derve û hundirê Tirkiyê qir bike.

Eniya Jinan a Demokratîk a Pakistanê diyar kir ku piştî vekişandina DYA`yê hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dev ji Kurdên ku hevkarên wê bû di şerê li dijî DAIŞ`ê berda, ev êrîş pêk hatin.

Her wiha eniyê destnîşan kirin ku Rojava nêzî dilê tevgerên çepgir ên navneteweyî û yên jinan e ji ber ku dest bi mînakeke nû ji şoreşê re kirin.

Eniyê wiha domand: “Gelê Rojava rêgezên demokratîk ku nerîna gelê rast ê demokratîk û standina jinan hemû mafên heta di fermandariyê de, pêk tînin.”

Eniyê diyar kir ku YPJ`ê lehengiyeke mezin di afirandina şoresa sosyalîst a jinan û parastina wê de derxist holê, ev mînaka serkeftî ya şoreşa li Rojava, çavkaniyên teorîk û pratîkî ji jinên çepgir ên cîhanê zêde kir.

Di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna gelê Kurd dixe metirsiyê û rêya vegera DAIŞ`ê ava dike.

Eniya Jinan a Demokratîk a Pakistanê daxwaz ji hikumeta welatê xwe kir ku êrîşa dewleta Tirk a hovane şermezar bike û wiha got: “Em bang li hevkarên xwe yên jin ên sosyalîst û demokratîk dikin ku fişarê li hikumetên xwe bikin ku hewldanên hikumeta Tirkiyê di têkbirina tevgera herî girîng di sedsala 21`an şermezar bikin. Em rola DYA`yê dizanin û bang dikin ku sînorek ji Hêzên DYA`yê yên li parçeyên cuda li cîhanê re bê danîn, di vê rewşê de em bi tûndî vekişandina DYA`yê hêzên xwe û rêya vekirina êrîşê şermezar dikin. Em piştgiriya tevgerên şoreşger li hemû cîhanê dikin.”

Back to top button