Arşîv

Gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe li hember faşîzma AKP′ê serî hildide

Şêniyên bajarê Til Temirê siyasetên dewleta Tirk şermezar kirin û dane zanîn ku dê gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe, li hember kiryarên AKP′ê rabe serhildanê.

Endama Kongreya Star Terfa Yûnis anî ziman ku dê gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe piştgiriya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bike û wiha got: ″Em ê yekîtiya xwe ava bikin û ji bo serbestberdana girtiyên siyasî, tev bigerin.″

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Til Temirê Çinar Yûnis jî polîtîkayên AKP′ê şermezar kirin û soza domandina têkoşînê da.

Her wiha Endama Kongreya Star Ebla Dawê bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên Ewrûpî kir ku li hember faşîzma Erdogan bêdeng nemînin û li zextê li ser dewleta Tirk bike ku tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rake. Em ê heta dawiyê piştgiriya berxwedana zindanan bikin.″

Back to top button