Arşîv

Kongreya Star û yekîtiya ciwanên Efrînê êrîş bi meşekê şermezarkirin

Bi Pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star û Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê bi dirûşma “Ji faşizim û dagirkeriyê re na” meşek ji bo şermezarkirina êrîşan li destpêka Navçeya Ehdas li dar xistin.

Bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê herikîn qadan û tevlî meşa Rêxistina Kongreya Star û Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê ya bi dirûşma “Ji faşizim û dagirkeriyê re na” bûn. Meş ji destpêka Navçeya Ehdas heta parka Navçeyê hat berdewamkirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, birîndarên komkujiya Efrîn û Cizîrê û wêneyê Şehîd Hevrîn Xelef, ala Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê, her wiha pankertên bi nivîsa “Mirovahî deyndarê Rojava ye”,”Roj roja berxwedana Rûmetê ye”, “Êrîşa li ser Rojava êrîşên li ser nirxên mirovahiyê ne” hatin hilgirtin. Gel diruşmên “Bimire Îxanet”, “Qatîl Erdogan”, “Şehîd namirin”, “Bijî yekîtiya gelan” berz kirin û nerazîbûnên xwe hember êrîşên delweta tirk ên li ser Rojhilat û bakurê Sûriyeyê anîn ziman.

Meş piştî li parkê hat rawestandin ji bo pakrewanên azadiyê rêz hat gitin. Paşê li ser navê Koordinasyona Kongreya Star endama Kongerya Star Emîne Dingilî, li ser navê Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Zehra Kelo, li ser navê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Evîn Bîlal axaftin kirin. di axaftinê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê û bêdengiya dewletan li hember komkujî û kiryarên li ser gelên sivîl hatin şermezarkirin. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Em wekî Gelê Kurd xeta berxwedaniyê û tekoşînê li dijî qirkirinê bilind bikin. Ji ber ku em hêza xwe ji şervanên YPJ/YPG’ê û QSD’ê digirin.

Meş bi dirûşma “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Back to top button