Arşîv

Şêniyên Tirbespiyê meşek li dar xistin û banga serhildanê li gelê Sûriyê kirin

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê re şermezar kirin û banga derxistina artêşa Tirk û çeteyên wê kir û bang li gelê Sûriyê kir ku derkevin serhildanê û piştgiriya QSD`ê bikin.

Ji bo redkirina dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê re, îro bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û ji hemû pêkhateyên wê meşek li dar xistin, meş ji pêşiya navenda Kongreya Star li aliyê rojhilatê navçeyê û li sûka navendî , heta kolana giştî û li navenda navçeyê geriyan û paşê berê xwe dan kolana Sîna.

Şêniyan alên QSD`ê û Tevgera Civaka Demokratîk û pankartên li ser nivîsa “Tirkiyê dewleteke terorîst e”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re” hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedanê berz kirin.

Li nêzî navenda Heyva Sor a Kurd, meş veguhirî mîtîngê. Cîgirê Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet El-Hebîb û Endama koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan axivîn.

Herdu axaftvanan banga bilindkirina tekoşînê û berxwedanê û li pêşiya dagirker û derxistina ji hemû xaka Sûriyê kirin, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê derheqê sivîlan dike, belge bikin.

Her wiha axaftvanan destnîşan kirin ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê desteka QSD`ê dikin û wê weke hêza niştîmanî ya Sûriyê ku parastina xak û gelê Sûriyê dike, dibînin.

Piştî axaftin bidawî bûn, mîtîng bi dirûşemyên silavkirina berxwedanê û şehîdan bidawî bû.

Related Articles

Back to top button