Arşîv

Şerê Dagirkeriyê yê Devleta Tirk Li Dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî Bisekinîn – Demildest!

Ji hemû kesên re ku bi îmzeya xwe piştgiriyê dan deklarasyonê,
Hevalên hêja ku ji bo aştî û edaletê têkoşîn dikin,

Hefteyek berê, me Deklarasyona Jinan weşand da ku Şerê Dagirkeriyê yê Devleta Tirk Li Dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî were sekinandin – demildest! Di serê de 30 rêxistin, meclîs, federasyon û tevgerên jinan û herwiha 58 kesayetiyên jin wek nivîskar, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, çalakvan û nûnerên tevgerên civakî yên ji Rojhilata Navîn, Asya, Ewrûpê, Afrîka, Bakur û Başûrê Amerîkayê li bin vê deklarasyonê imzeya xwe avêtine. Bi vî rengî, me xwest ku deng û çalakiyên jinan li seranserê cîhanê li dijî şer bilind bikin da ku Konseya Ewlekarî ya NY (UNSC) û civaka navdewletî gavên bilez û bi bandor ji bo rewestandina şerê dagirkeriyê ya Tirkiyeyê bavêjin.

Piştî vê, di 17’ê cotmeha 2019’an de, Trump û Erdogan daxuyaniya li hev kirina di bin navê “agirbest” de dan. Naverokê vê hevpeymanê tê wateya planeke dagirkirinê axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û qirkirina etnîkî li gorî projeya Tirkiyeyê. Di pratîkê de jî me dît ku erîş û sûcên şer ên Tirkiyê domandine: Bajar û gund – bi taybetî li deverên di navbera Serêkaniye, Til Temir û Kobane – ji hêla artêşa Tirk û komên hevalbendên wê wekî çeteyên Daîşê û El Nusra ve hatine bombebaran kirin, dorpêçkirin û talan kirin. Zêdeyî 200 sivîl hatin kuştin, bi sedan di êrîşan de birîndar bûn û sed hezaran jî koçber bûn. Birînên şewat yên birîndaran bê guman nîşan dikin ku artêşa Tirkiyê di êrişên xwe de çekên kîmyewî yên wekî fosfora spî jî bikar aniye.

Lê hemî van erîşan nekaribûn berxwedana jinê û hevgirtina gelên li Rojavayê de têk bibin. Di vê demê de ku em rastî êrişên dijwar, êrişên hawayê û komkujiyên hovane yên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin, piştgiriya jinan li her çar aliyên Kurdistanê û ya jinên cihanê ji bo parastina Rojava hêza berxwedana me bilindtir kiriye.

Heta roja îro 1.815 rêxistin, kolektîf, sendîka û yeketiyên jinê; jinên siyasetmedar, şanoger, dehenêr, rojnamevan, femînîst, çalakvanên aştiyê, parêzvanên mafê jin û mirovan bi îmzeyên xwe li xwedî deklarasyona me derketine.

Ligel vê yekê jinan ji gelek welatan peyamên vîdeoyê, danezanên hevgirtî û çalakiyên xwe bi me re parve kirin. Me wêneyên meşa û pêşandanên ji her parzemînê cihanê dîtin ku di bin dirûşme “Jin parastina Rojava dikin” hatine lidarxistin û me guhdarî stranên berxwedanê kir ku ji bo silav kirina şervanên YPJ hatine çêkirin. Hemû van peyaman ji bo me xwedî wateyek girîng in. Ew ji me re destnîşan dikin ku em têkoşîn û dilên me yek in: Jin li her 4 aliyên Kurdistanê, jinên ji Tirkiyê, Iranê û Iraqê xwe tevlî berxwedana parastina Rojava dikin. Jinên li Afganîstanê û Pakîstanê yên ku ji di bin xeteriya heman komên çeteyan in, derketin ser kolanan da ku hevbeşiya xwe bi têkoşîna azadiya jin û gelan a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ragihînin. Jinên ji Misir, Lîbya, Lubnan, Fîlîstîn û herêma Maghreb piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana li Rojava destnîşan kirin. Jinên li gelek welatên Amerîkaya Latîn yên ku li welatên xwe li dijî dîktator û derbeyên nû şer dikin li dijî şerê dagirkeriya Tirkiyê xwepêşandan li dar xistin. Li welatên wekî Elmanya, Brîtanya û Italyayê jin kargeh (fabrîka) dorpêçkirine ji bo li pêşiya hilberîn û dayina çekan ji dewleta dagirker a Tirkiyê re bigirin. Jinên ji welatên Ewrûpê Rojhilat ên mîna Polonya û herêma Balkanê ku ji bo parastina mafên jinan têkoşîn dikin, bi çalaiyên xwe silavên xwe ji bo şoreşa jinê ya Rojava şandin. Jinên ji Katalonya û welatê Baskê ku li dijî zextan û ji bo mafê çarenûsê têdikoşin, banga parastina Rojava di xwepêşandanên xwe yên girseyî de belav kirin. Jinên DYE û Avusturalya hevkariya hikûmeta Amerîkayê di şerê Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kirin. Jinên ji Afrîkaya Başûr, Kongo, Senegal, Kenya, Hîndîstan, Bangladeş, Endonezya û Fîlîpînan ku li dijî şideta zayendî û mêtîngeriyê têdikoşin, silavên xwûşkitî û dilsoziya xwe ji me re şandin. Û gelek mînakên din yên berxwedana jinên cihanê ji bo parastina şoreşa Rojava jî hene.

Îro “agirbesta” ya 5 rojan xilas bibe ya ku hat ragihandin, lê ji hêla Trump û Erdogan ve tu carî nehat pêkanîn. Em nizanin ka di rojên pêşiya me de çi wê biqewmw. Lê bi qasî ku me karibûn bişopînin, me dît ku Tirkiye û çeteyên Daîşê û yên din amadekarîyên ji bo berfirehkirina şer û qirkirinên nû dikin. Lewma pêwîste em jî çalakî û zextên xwe xurt bikin da ku em bikarin van planên dagirkerî û qirkirinê hilweşînin. Ji ber vê rewşê em banga hemû mirovan dikin ku bi taybet daxwazên jêrîn ên deklarasyona me bidin pêş û ji hemû hikûmetan, Konseya Ewlekarî ya NY û hemû sazîyên têkildar ên navneteweyî re daxwaz dikin ku tedbîrên bi bandor û bilez di vî ware de bigirin:

• Avakirina herêmek bê firoke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî gava yekem û lezgîn ji bo parastina gel!
• Rawestandina êriş û dagirkeriya Tirkiyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê – Demildest!
• Li pêşiya girtina qirkirinên etnîkî û sûçên şer ên nû ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wî ve!

Back to top button