Arşîv

NIRXANDIN Û BANGEWAZIYA LEZGÎN GIRÊDAYÎ DEKLARASYONA JINAN: ŞERÊ DAGIRKERIYÊ YÊ DEVLETA TIRK LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BISEKINÎN – DEMILDEST!

Ji hemû kesên ku bi îmzeya xwe piştgiriyê dan deklarasyonê;
Hevalên hêja ku ji bo aştî û edaletê têkoşîn dikin,
hefteyek berê, me deklarasyona jinan weşand da ku Şerê Dagirkeriyê yê Devleta Tirk Li Dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî were sekinandin – demildest! Di serî de 30 rêxistin, meclîs, federasyon û tevgerên jinan û her wiha 58 kesayetiyên jin wek nivîskar, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, çalakvan û nûnerên tevgerên civakî yên ji Rojhilata Navîn, Asya, Ewropayê, Afrîka, Bakur û Başûrê Amerîkayê di bin vê deklarasyonê imzeya xwe avêtine. Bi vî rengî, me xwest ku deng û çalakiyên jinan li seranserê cîhanê li dijî şer bilind bikin da ku Konseya Ewlekarî ya NY (UNSC) û civaka navneteweyî gavên bi lez û bi bandor ji bo rewestandina şerê dagirkeriyê ya Tirkiyeyê bavêjin.
Piştî vê, di 17’ê cotmeha 2019’an de, Trump û Erdogan daxuyaniya li hev kirina di bin navê “agirbest” de dan. Naverokê vê hevpeymanê tê wateya planeke dagirkirinê axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û qirkirina etnîkî li gorî projeya Tirkiyeyê. Di pratîkê de jî me dît ku erîş û sûcên şer ên Tirkiyeyê domandine: Bajar û gund bi taybetî li deverên di navbera Serêkaniyê, Til Temir û Kobanê ji hêla artêşa Tirk û komên hevalbendên wê wekî çeteyên DAIŞ’ê û El Nusra ve hatine bombebarankirin, dorpêçkirin û talankirin. Zêdeyî 200 sivîlî hatin kuştin, bi sedan di êrîşan de birîndar bûn û sed hezaran jî koçber bûn. Birînên şewat ên birîndaran bê guman nîşan dikin ku artêşa Tirkiyeyê di êrişên xwe de çekên kîmyewî yên wekî fosfora spî jî bi kar aniye.
Lê hemî van erîşan nikaribûn berxwedana jinê û hevgirtina gelên li Rojavayê têk bibin. Di vê demê de ku em rastî êrişên dijwar, êrişên hawayê û komkujiyên hovane yên artêşa tirk û çeteyên wê hatin. Piştgiriya jinan li her çar aliyên Kurdistanê û ya jinên cihanê ji bo parastina Rojava hêza berxwedana me mezintir kiriye. Heta roja îro 1.815 rêxistin, kolektîf, sendîka û yeketiyên jinê; jinên siyasetmedar, şanoger, derhenêr, rojnamevan, femînîst, çalakvanên aştiyê, parêzvanên mafê jin û mirovan bi îmzeyên xwe, xwedî li deklarasyona me derketine.
Ligel vê yekê jinan ji gelek welatan peyamên vîdeoyê, danezanên hevgirtî û çalakiyên xwe bi me re parve kirin. Me wêneyên meşa û pêşandanên ji her parzemînê cihanê dîtin ku di bin dirûşme “Jin parastina Rojava dikin” hatine lidarxistin û me guhdarî stranên berxwedanê kir ku ji bo silav kirina şervanên YPJ’ê hatine çêkirin. Hemû van peyaman ji bo me xwedî wateyek girîng in. Ew ji me re destnîşan dikin ku em têkoşîn û dilên me yek in: Jin li her 4 aliyên Kurdistanê, jinên ji Tirkiyê, Iranê û Iraqê xwe tevlî berxwedana parastina Rojava dikin. Jinên li Afganîstanê û Pakîstanê yên ku ji di bin xeteriya heman komên çeteyanin, derketin ser kolanan da ku hevbeşiya xwe bi têkoşîna azadiya jin û gelan a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ragihînin. Jinên ji Misir, Lîbya, Lubnan, Fîlîstîn û herêma Maghreb piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana li Rojava destnîşan kirin. Jinên li gelek
welatên Amerîkaya Latîn yên ku li welatên xwe li dijî dîktator û derbeyên nû şer dikin li dijî şerê dagirkeriya Tirkiyeyê xwepêşandan li dar xistin.
Jinên ji welatên Ewropayê Rojhilat ên mîna Polonya û herêma Balkanê ku ji bo parastina mafên jinan têkoşîn dikin, bi çalakiyên xwe silavên xwe ji bo şoreşa jinê ya Rojava şandin. Jinên ji Katalonya û welatê Baskê ku li dijî zextan û ji bo mafê çarenûsê têdikoşin, banga parastina Rojava di xwepêşandanên xwe yên girseyî de belav ki¬rin. Jinên DYE û Avusturalya hevkariya hikûmeta Amerîkayê di şerê Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kirin. Jinên ji Afrîkaya Başûr, Kongo, Senegal, Kenya, Hîndîstan, Bangladeş, Endonezya û Fîlîpînan ku li dijî şideta zayendî û mêtîngeriyê têdikoşin, silavên dilsoziya xwe ji me re şandin. Û gelek mînakên din yên berxwedana jinên cihanê ji bo parastina şoreşa Rojava jî hene.
Îro “agirbesta” ya 5 rojan ew ê xilas bibe lê ji hêla Trump û Erdogan ve tucarî nehat pêkanîn. Em nizanin ka di rojên pêşiya me de wê çi biqewime. Lê bi qasî ku me karibûn bişopînin, me dît ku Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê û yên din amadekarîyên ji bo berfirehkirina şer û qirkirinên nû dikin. Lewma pêwîst e em jî çalakî û zextên xwe xurt bikin da ku em bikaribin van planên dagirkerî û qirkirinê hilweşînin.
Ji ber vê rewşê em banga hemû mirovan dikin ku bi taybet daxwazên jêrîn ên deklarasyona me bidin pêş û ji hemû hikûmetan, Konseya Ewlekarî ya NY û hemû sazîyên têkildar ên navneteweyî re daxwaz dikin ku ted¬bîrên bi bandor û bi lez di vî warî de bigirin:
Avakirina herêmek bê firoke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî gava yekem û lezgîn ji bo parastina gel!
Rawestandina êriş û dagirkeriya Tirkiyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê – Demildest!
Li pêşiya girtina qirkirinên etnîkî û sûcên şer ên nû ji hêla dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve!

Back to top button