Arşîv

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Di 21’yê meha Cotmehê de, şervana YPJ’ê hevala Amara ji aliyê Dweleta Tirk û çeteyên wê ve hate şehit xistin û bi awayekî dijwar û hovane li ser cenaziyê wê îşkence hate kirin, Ev hovîtî bi awayeke vekirî rûyê qirêj ên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ber çavên hemû cihanê hatiye eşkerekirin. di heman deme de ev êrîşên hovana û bê exlaq ku çete û artêşa dagirker ya Tirkıyê pêk tînin, êrîşa li ser hemû jinên cihanê îfade dike. Jiber YPJ bûye mînaka artêşa parastina jinan û bûye malê giştî yê jinên cihanê. Vê rastiyê ji hemû cihanê re jî bi awayeke şênber daye ispatkirin. pêkanîna êrîşka wisa hovane li ser bedena heval Amara careke din rastiya zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê û şerê dagirkeriya dewleta Tirkiyê ya li hemberî şervantî, şoreşgertî û sîstema şoreşa jinê isbat dike. Jinên parazvan, berxwedêr û şerker tirs û xofa dijmin a herî mezine. Jiber vê tirsa xwe ya li hemberî jinên parazvan, şerker û berxwedêr rêbazên xwe yên dijmirovatiyê pêktînin. Li hemberî van pêkanînên wan tucarî paşde gav nayê avêtin û bila vê yeke baş bizanibin ku wê hêrs, têkoşîn û berxwedana jinan hîn mezintir û berfirehtir bibe.
Em wek Kongra Star, ev êrîş û şideta li ser bedena jinê şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin. Her wiha, em bala hemû jinên cihanê dikşînin li ser vê pêkanîna li dij însaniyetê. Jiber ev Êrîşa hovane û bêrûmet a çeteyên dagirkeriya dewleta Tirkiyê, di şexsê hevala Ş. Amara de li ser bedena hemû jinan hatiye kirin û divê em wisa bigrin dest. Têkoşîn û pêşketina jinan ji bo xwe weke xeteriya herî mezin digrin dest û jibo wê jî êrîş û tasarufiyatên xwe yên hovane taybet li ser bedena jinê didin meşandin. Emê li hemberî vê zihniyetê asta rêxistinkirin û têkoşîna jinên berxwedêr û şerker hîn bilintir bikin û tirsa dilê dijmin zêdetir bikin.
Di heman demê de, em wek Kongra Star bang li hemû cihanê û raya giştî dikin, ev pêkanîn êrîşên bi vî rengî ku sûcê mirovatiyê îfade dike pêwîste helwest û cezayên rast ji aliye giştî jinên cihanê û raya giştî ve bên dayîn. Ev ne sûcê yekemîne ku li ser bedana jinan têne bikaranîn. Heman rêbaz bi awayeke xedar li ser bedena hevala Hevrîn jî pêkhat. hevala Hevrîn, taybet ji aliye çeteyên dagirkeriya dewleta Tirkan ve hatibû hilbijartin û pilankrin û di şexsê wê de xwestin şoreşa têkoşîn û berxwedaniya jinan tune bikin. Lê belê, divê ev pir baş were zanîn ku ev hovitiya wan li hemberî pêşketin û mezinbûna azadî, têkoşîn û berxwedaniya jinan wê tucarî nebin asteng.
Li şûna her jineke berxwedêr parazvan, şervan û şerker wê bi hezaran keç û jinên azadîxwaz û şopdarên wan bên avakirin. Jibo wê jî em vê hovîtiya dijminê xwînxwar ên li ser bedena jinan û li ser jiyana hemû civakê lanet û şermezar dikin. Carekedin em bala hemû jinên cihanê dikşînin li ser şer û êrîşkariya li ser sîstema azadî û wekheviya mirovatiyê û divê em denge xwe li hemberî zihniyeta desthilatdariya zilam bikin yek û li dijî wê em jin hêza xwe mezintir bikin. Rêxistinkirin û mezinkirina jinên şerker, bexwedêr û têkoşînvan wê bibe tol girtina hevala Amara. Her wiha wê her dayîm têkoşîna rûmeta jiyanê û azadiyê xwe bidomîne û bibe bersiva dijminên xwînmij û dagirkeran.

KOORDÎNASYONA KONGRA STAR A ROJAVA

Back to top button