Arşîv

Bîlançoya roja 15’emîn a Berxwedana Rûmetê…Di asta diplomatîk de pêşketinên mezin çêbûn

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên xwe li ser herêmê de berdewam in. Her wiha avahiya Şaredariya Zirganê bi frokeya bêpîlot bombebaran kir. Di heman demê de jî Îlham Ehmed beşdarî civîna Kongres a Amerîkayê bû û Fermandarê Giştî yê QSD’ê bi rêya televîzyonê bi wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu û serokê Arkanê yê Artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov re axivî.

Li gel berdewamiya êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, duh gelek tevgerên siyasî û dîplomatîk li ser astên bilind der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk hatin. Her wiha Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) Îlham Ehmed beşdarî civîna Kongres a Amerîkayê bû û rewşên li herêmê di nava dijminatiya Tirkiyê de şîrove kirin. Di heman demê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya dîmen bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu û serokê Arkanê yê Artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov re li dar xist ku der heqê peymana Sochi ya ku di navbera serokê Rûsyayê Valademîr Pûtîn û serokkomarê dewleta Tirk Recep Teyyip Erdogan de pêk hatiye de, nîqaş kir.

Pêşketinên dawîn li Serêkaniyê û Girê Spî

QSD’ê li ser kuştiyên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên ku êrîşî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê kirine, belge dîtin. Ji nav wan belgeyan jî, belgeya ajokarê bi navê Yaqûb Xelîl Esmet Hazar hat dîtin, navê dayka wî Gezba ne û ji wîlayeta Qeyserî ye(1988).

Firokeya bêpîlot a artêşa dewleta Tirk a dagirker duh sibehê, avahiya Şaredariya Zirganê ya girêdayî navçeya Serêkaniyê bombebaran kir û di encamê gelek ziyanên madî rû dan.

Li aliyekî dîtir jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Cava û mezreyên derdora wê yên li herêma Serêkaniyê kir, QSD’ê mafên parastina rewa bikar anî û di encamê de QSD’ê panzêrek rûxand û 8 çete hatin kuştin.

Koçberên Serêkaniyê derketina ji herêmê û çûna dewletên cîran red kir û bang li civaka navdewletî kir ku dagirkirinê bi dawî bike û garantiya vegera koçberan a malên wan pêk bîne.

Di teqîna duh a bi encama çandina mayîna ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Gozeliyê ku 5 km dûr gundê Aliyayê yê girêdayî bajarê Til Temir e, zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Şiblî yê rojavayê navçeya Til Temir kir û 7 sivîl ji gund revandin.

Li aliyekî din ve jî şervanên QSD’ê hewldana pêşdehatina çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker a li gundewarên Eyn Îsa yên girêdayî Girê Spî têk bir û di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Kobanê

Li Kobanê, dewriyeya polîsên leşkerî ya Rûsyayê tevî 4 erebeyên leşkerî gihaşt Kobanê û bi dewriyeya Rûsyayê re erebeyên Meclisa Leşkerî ya kantona Kobanê jî hebûn.

Qamişlo

Erebeyeke bombebarkirî ku li nêzî çargoşeya ewlehî ya bajarê Qamişlo ya li hember saziyê berîdê bi cih bûbû, teqiya û li gor Heyva Sor a Kurd şêniyek birîndar bû.

Li rexê jî hêlokopter û balafirên keşfê yên girêdayî artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêma sînor a herêma Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gerîn.

QSD: 50 çete hat kuştin û lîskandina çeteyan a bi cenazeyê şervanekê

QSD’ê îşaret pê kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên li dijî nuqteyên QSD’ê de tevî ragihandina agirbestê berdewam in. Her wiha QSD’ê piştrast kir ku di êrîşên ku rû dane de, herî kêm 50 çete hat kuştin û erebeyeke leşkerî hat rûxandin û diyar kir ku şervanekî ji hêzên wan dema ku li gundê Çelebê hatiya dorpêçkirin, çalakiya fedayî pêk anî.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin(YPJ), nasnameya şervanekê ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker dema ku bi cenazeya wê ya li gundewarên Kobanî lîstine, wek çawa berê bi cenazeyê şehîd Barîn li Efrînê pêk anîne, eşkere kir. Fermandariyê bang li jinên cîhanê û rêxistinên hiqûqnas û parêzvanên jinan, civaka navdewletî kir ku der barê van sûcan de helwestên xwe raber bikin, lêpirsîn di der heqê wan de pêk bînin.

Suryan tekez dikin ku êrîşên dewleta Tirk xeteriya li ser hebûna wan e

Partiya Yekîtiya Suryan û Yekîtiya Jinên Suryanî tekez kir ku êrişên dewleta Tirk xeteriyeke mezin li ser Suryanan e, projeya neçarkirina koçberiyê ye, Rojhilata Navîn ji xirstiyanan vala bikin û demografiya bajarên wan biguherînin. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker ji hemû herêmên Sûriyê vekişînin û lêpirsînê der barê sûcên ku li Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatine, vekin.

Rêxistina mafên mirovan li Efrînê kuştina zêdeyî 200 zarok ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belge kir. Rêxistinê êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke”Sûcên li dijî zarokan” pênase kir.

Endamê Komîteya Ragihandinê ya Heyva Sor a Kurdî got, artêşa Tirk a dagirker rojnamevanan dike hedef û tekez kir ku tevî hemû xeteriyan jî lê ewê xebatên xwe berdewam bikin da ku rastiyê ji raya giştî re eşkere bikin.

Hevsrokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barodo tekez kir ku çeteyên dewleta Tirk bank, depoyên çandiniyê yên li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî talan kirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo û xwediyên dukanên bazirganiyê gotin divê kelûpelên Tirkî werin boykotkirin û berhemên Tirkiyê neyên kirîn.

Meclisa Sivîl a Reqayê jî tekez kir ku derfetn wan kêm in nikarin alîkariya koçberan bike û bang li rêxistinên alîkariyê kir ku têkeve nava liv û tevgerê ji bo êşa koçberan kêm bike.

Geşedanên diplomsî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed li pêşiya endamên Congress a Amerîkî got artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyên hovane pêk anî û herî dawî bi cenazeyê şervana bi navê Amara lîstin. Ilham Ehmed tekez kir ku Tirkiyê bi navê “Artêş Azad” parastina çeteyên DAIŞ`ê dike.

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî dema axaftina bi Heyet Erkana Rûsyayê re, da zanîn ku têkildarî hin xalên hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew bi fikar in.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl jî destnîşan kir ku gel di Berxwedana Rûmetê de berxwedaniye pê hempa kir û diyar kir ku helwesta gel, berxwedaniya wan û destkefiyên ku hatine bidestxistin dewletên komploger neçar kir ku agirbestê ragihînin û berê xwe bidin lihevkirinê. Aldar Xelîl tekez kir ku ew xwedî îrade ne û dê lihevkirinê lêkolîn bikin û nêrîna xwe li gorî berjewendiyên gelê xwe, bêjin.

Nêrîn û helwestên navdewletî der barê êrîşên Tirkiyê de

Rojnameya Washington Post gotareke çalakvan û namzetê ji Serokatiya Tirkiyê re Tuna Bekleviç ku beriya niha şêwermendê hikûmeta AKP`ê bû belav kir. Di gotarê de hat destnîşankirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne rêxistineke terorî ye weke ku Tirkiyê dibêje û divê ji lîsteya terorê ya Amerîkayê, were derxistin.

Ajansa Reuters jî li ser zimanê serkretêrê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg got ew bi Wezîrê Parastinê yê Almaniyayê Annegret Kramp-Karrenbauer re der barê avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê, axivî ye. Her wiha piştrast kir ku ew her pêşnyarên ku der barê rêya ber bi aştiyê ve, qebûl dike.

Nûnerê Amerîka yê Taybet ji Sûriyê û Nûnerê Taybet ên Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê James-Jeffrey got tevlîheviya ku piştî êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû bû sedem ku 100 DAIŞ`î ji zindanên QSD`ê birevin.

Xwepêşandan û hewlestên li dijî êrşên dewleta Tirk

Bi sedan ciwanên Kurd û Almanî li bajarê Kassel ê Almaniyayê li pêşiya kargeha çêkirina tankên ku difroşin Tirkiyê kom bûn. Çalakvan derbasî kargehê bûn û ala YPJ/YPG`ê li ser avahiya wê hildan.

Ajansa Reutersê diyar kir ku kurdekî Sûrî (30) bi navê Elî Wezîr li pêşiya Komseriya Bilind a Koçberan a girêdayî NY`yê li Geneve roja çarşemê agir berda bedena xwe û piştî agirê wî hate vemirandin bi rêya helîkopterê rakirin nexweşxaneyê.

Xwişka Elî Wezîr, Mehbûba Wezîr wiha got:”Ji ber tu helwestên navdewletê der barê êrişên dewleta Tirk li ser herêmên me tine bûn, birayê min agir berda bedana xwe. Bi vê çalakiya birayê min divê tevahî cîhan ji bêdengiya xwe derkeve û divê helwesta wan der barê bûyerên li herêmên me diqewimin, hebe.”

Back to top button