Arşîv

Mala Êzidîyan: Em ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê rastî qirkirinê tên

Mala Êzidîyan a herêma Cizîrê bang li cîhana azad û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirkr û çeteyên wê bisekinin û wan neçar bikin ku artêş û çeteyên xwe ji xaka ku dagir kirine, vekşînin. Her wiha diyar kir ku Êzidî piştî komkujiyan û ji wan komkujiya Şengalê careke din ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ve rastî komkujiyan tên.

Mala Êzidîyan a herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên hewl didin çanda kuştin, serjêkirin li şûna aştiyê û hezkirinê biçînin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Mala Êzidîyan Leyla Îbrahîm li gundê Berzan ê Hesekê ve hat xwendin. Endamên Mala Êzidîyan û êzidîyên ji Serêkaniyê û Zirganêv ku neçarî koçberiyê bûne tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Em gelê Kurd bi giştî û bi taybet Êzidî ji beriya hezarên salan li ser xaka dîrokî ne. Em êrîşî tu welatan nekir. Di tevahî dîrokê de me tu dewlet dagir nekirin. Em ji gelên destpêkê ku bawerî bi yekbûna xweda anî. Em li gorî pîvanên wî yên efûkirinê ku banga aştî û hezkirinê dike, meşiyan. Em rêzdariyê didin hemû ol û baweriyan. Ji mafê her kesî ye ku di jiyaneke bi rûmet de bijî. Me her tim parastina gelên herêmê dikir dema ku rastî zilmê dihatin. Em her tim ji bo biratî û mirovaniyê xwe û zarokên xwe feda dikin.

Lê mixabin ku heta niha jî me rastî qirkinê tên. Ji roja destpêkê ku osmaniyên ji bakurê Çînê împratoriya xwe ava kirin, li ser xwîn û seriyên gelên herêmê ava kir. Armanca wan ku hebûna kurdan bi giştî û bi taybet a Êzidîyan tine bikin.

Komkujiyên dawî ku dewleta Tirk û rêxsitinên girêdayî wê li dijî kurdên Êzidî pêk anî heta niha şahîdin. Mîna komkujiya “Sîba Şex Xidir û Til Ezîz” 2007`an li Iraqê ji aliyê rêxistina El-Qayida, jenosayid 2014`an li Şengalê ji aliyê DAIŞ`ê ve, dagikirina Efrînê di 2018`an û niha jî komkujiyên xwe bi hevkariya fesîleyên cîhadê yên radîkal Serêkaniyê li beramberî çavên tevahî cîhanê bi tewanên derew û hincetên ji rastiyê dûr, dagir kir. Hemû pêkhate bi hezkirin û aştî bi hevre dijiyan.

Em weke kurdên Êzidî bi azadî di bin sîwana Rêveriya Xweser de dijîn. Cara yekem di dîroka Sûriyê û herêmê de em mafên xwe bi dest dixin. Dibistan ji bo zarokên me bi zimanê dayikê hatin vekirin. Di dibistanan de şûnwar, çand û ola Êzidî li kêleka pêkhateyên din di herêmê de bê ferq û cûdatî têne dayîn.

Em niha ji aliyê dewleta Tirk û fesîleyên wê yên cîhadî radîkal rastî êrîşan tên. Armanca wan ku destekfiyên ji destpêka aloziyaSûriyê de hatine bidest xistin û di encama wê de bi hezaran şehîd hatin dayîn û çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet Nusra têk birin, binpê bikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de Ji Kurd, Ereb, Eremen, Kildan û Aşûr tevlî hev bike û li şûna aştî û hezkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwna Rêvberiya Xwser de çanda kuştin û serjêkirin biçîne.

Em bang li tevî cîhana azad û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemer êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin. Wan neçar bikin ku artêş û çeteyên xwe ji xaka rojhilatê Firatê ku ji 9`ê Cotmehê ve dagir kirine ji Efrîna ku 2018`an dagir kirine, vekşîne. Em tekez dikin ku em der barê çi lihevkirinên di dema niha û di demên pêşerojê de em bi rêvberiya xwe ya siyasî û leşkerî ji MSD`ê û QSD`ê re ne. Bila sînor ji binpêkirinên Tirkiyê were dayîn. Rijandina xwînê were sekiandin û çareseriyeke dawî were dayîn ku hemû destkefiyên gelê me û xwîna bi hezaran şehîdên me werin parastin.”

Di dawiyê de dirûşmeyên banga yekîtiya gelên herêmê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk hatin berzkirin.

(bx)

Back to top button