Arşîv

Jinên Tebqayê: Hevpeymanên ku têne mohrkirin, xizmeta berjewendiyên dagirkeriyê dikin

Îro, jinên Tebqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hevpeymanên ku di navbera dewletên cîhanê de têne mohrkirin, xizmeta gelê herêmê nakin. Lê belê xizmeta berjewendiyên wan dike. Her wiha îşaret bi maska Erdogan û partiya wî kir ku êdî ji her kesî re diyar bûye.

Daxuyaniya jinên Tebqayê bi beşdariya bi dehan jinên herêmê û ji aliyê hevseroka Meclisa Tebqayê Yesrib Hesûn ve hate xwendin. Jinên beşdar bûn pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, wêneyên şehîd û birîndarên ku bi çekên qedexekirî bi balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê birîndar bûne hilgirtin.

Di daxuayniyê de hat destnîşankirin hemû cîhan êdî şahidê maska dewleta Tirk ku berjewendiyên xwe li ser xaka Sûriyê û xêr û bêrên wê pêk aniye ku bi saya şehîdan şervanên QSD`ê hatine bidestxistin, dizane.

Daxuayniyê bal kişand ser ku kiryarên artêşa Tirk ji komkujî, wêrankirinên ku li pêşberî çavên cîhanê pêk tîne û wiha lê hat zêdekirin:” Partiya ku qaşo bi navê AKP`ê ku Erdoganê osmanî serkêşiya wê dike, bi nav û îdîayên cuda di civînê navdewletî de dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyê zêde dike.

Her wiha hevpeymana ku dewleta Tirk bi dagirkerekî din ê wekî Rûsya re mohr kir, tenê hevpeymana dewletên mezin in û beyî ku mafên mirov û xwestekên wan ber çav bigirin, hewldana bidestxistina berjewendiyên xwe li ser xaka me, pêk tînin.”

Daxuyaniyê îşaret bi komkujiyên ku artêşa Tirk di rojên dawîn de pêk anîne û hêj der heqê silvîlên bêguneh pêk tîne de kir. Li beramberî vê yekê soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina xakê da û hevpeymanên ku xizmeta gel, azadî û dadê nakin, red kirin.

Daxuyanî bi diyarkirina rola Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) ku tekane hêza ku pêkane parastina herêm û rûmeta gel bike, bi dawî bû.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27