Arşîv

‘Em hevpeymanên navdewletî li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red dikin’

Endama Kongreya Star şaxê navçeya Til Hemîsê diyar kir ku li ser hesabê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevpeymanên navdewletî napejirînin.

Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewamkirina berxwedanê û destekdayîna ji QSD`ê re, Kongreya Star şaxê navçeya Til Hemîsê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên kongreyê, li pêşiya navenda Kongreya Star pêk hat û ji aliyê rêvebera bi navê Coza Hasûd hate ve xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em îro li vir kom bûne, da ku ji civaka navdewletî û NY`yê re, kiryarên koçberkirina gelê me yên ji Serêkaniyê û Girê Spî, wêrankirin, komkujiya der heqê sivîlan de, bikaranîna çekên qedexekirî, balafir, tank û topên ku Erdoganê kujer pê radibe, eşkere bikin. Ev hemû jî li pêşberî çavên cîhanê têne pêk anîn. Lê belê biryareke cidî ku êrişan qedexe bike hê jî bi der neketiye, beramberî vê yekê Erdogan hemû pîvanên navdewletî bin pê dike, sivîl, rojnamevan û kadroyên Heyva Sor dike planên xwe. Em hemû têhna Erdogan a xwînrijadinê têr nake. Hê jî wekî ku em tune ne, li ser hesabê gel hevpeymanan mohr dikin.

Gelê qehreman piştî xwedê hûn bingeha destekdayînê ji hêzên çekdar re ne. Gelî hevalan em pêşberî qonaxeke hesas in. Divê der barê komployên ku hewldana têkbirina destkeftiyan dike û gendeliyê li herêmê çêdikin de hişyar bin. Her wiha erka bikeve ser milê me, em ê pêk bînin.

Em ji dagirkeran re dibêjin, na ji dewleta Tirk a dagirker re. Dewleta ku destekê dide terorîstan, na ji xewin û xeyalên we re. Erdogan bi îdîaya herêma ewle şer ragihand. Lê belê bi rêya vekirina derî ji hezarên terorîstan re ewlehiya herêmê têk bir.

Her wiha jî malbatên çeteyan li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê bi cih bike. Gelê me koçber kir. Bi nedayîna sînorekî ji aliyê navdewletî ve, Erdogan van kiryar û binpêkirinan pêk tîne.

Ji vir de, em hêzên xwe yên qehreman bi hemû avakirinên wê yên ku di eniyan de şerê tevahî cihêreniyên terorîstan dikin, silav dikin. Rehetiyê ji birîndaran re dixwazin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Serkeftin para me ye.”

Daxuyanî bi diruşmên”Bijî Berxwedana Rûmertê û şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button