Arşîv

Tahlûkeyeke mezin li ser jiyana şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê heye

Weke ku tê zanîn, şerê hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk’an û çeteyên wê li ser hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûxmê agirbestê hîn jî berdewam e û heya niha tucar êrîşên wan nesekiniye. Bi vê yeke ve girêdayî, di êrîşên xwe yên dijwar de her tim sûcên şer pêk anîne û di bin navê kaniya aşitiyê de xweyîna gelên sivîl û zarokan dirjinîn. Di heman deme de bikaranîna fosforê ve jî mafên navnetewî jî binpê dikin û tu hiquqê navnetewî nasnakin. Di van kêliyan de sûcên giran ên şer ji aliye dewleta Tirk û çeteyên wê ve wek metirsiyeke dij morovatiyê hîn jî didome û pêktîne.
Niha jî şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê bi awayeke birindar bi saxitî ketiye destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk’an û ev yek weke tahlûkeyek herî mezin li pêşiya jiyana şervana YPJ’ê çîçek Kobanê disekine û di asta sûcên şer û însanetiyê de mafê jiyana mirovan a şervana YPJ’ê ji deste wê tê girtin. Jiber ku beriya demekê pêkanînên çeteyên dewleta Tirk’an, ên li ser cenazeyên şervana YPJ’ê Amara Rênas tê zanîn û ev yek binpêkirina mafê jiyana mirovan û sûcên şer, radixe berçavan. Di heman deme de dîmenên qetilkirina sekreterya giştî ya partiya pêşeroja Sûriyê hevrîn xelef jî bi ispatkirî li ber çavê hemû cihanê pêkhatiye. Van kiryarên qirêj ên di bin navê kaniya aşitiyê de gelek fikar û metirsiyan li ser jiyana hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide avakirin.
Jiber vê, divê ji demek zûtir hemû hêzên navnetewî û cihanê ji van pêkanîna sûcên şer ên ji aliyê dewleta Erdogan û çeteyên wî ve pêktên, bidin sekinandin û kiryarên pêwîst di derbarê wan de bê girtin. Di heman deme de pêwîste şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê ji deste wan hov û barbaran bê derexistin û bê xilaskirin. Jibo wê jî em wek Kongra Star bang hemû raya giştî û hêzên navdewletî dikin da ku li pêşiya van kiryarên qirêj û dijwar bene girtin û derbarên wan de biryarên pêwîst bêne girtin.
Em wek Kongra Star, hemû pêkanîn û êrîşên dijwar ên dewleta Tirk’an û çeteyên wê yên ku di asta sûcên şer ên navnetewî de pêktên, şermezar dikin û tucarî sere xwe li hemberî van pêkanînan natewînîn û berxwedana jiyana hemû gelê heremê geştir û mezintir dikin û diparêzên. Li ser van esasan em wek Kongra Star, carekedin bang dikin û li hemberî tahlûkeya jiyana şervana YPJ’ê bangewazîya bilindkirina dengên însanetiyê û mafê jiyanê dikin. Bi hêviya ku ji vê dengê mafê jiyanê re, hemû raya giştî û hêzên cihanê, bertek û dengên xwe bidin diyarkirin û vê bangewaziya me bibihîzîn û li hemberî van sûcên şer û însanetiyê bisekinin; berxwedana xwe berdewam dikin, rûmeta xwe diparêzin û qirkirin û dagirkeriyê lanet û şermezar dikin.

Koordinasyona Kongra Star A Rojava

Back to top button