Arşîv
Jinên Rojava pêşengiya çalakiya grevê ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan dikin

Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê Rêxistina Kongra Star, Meclîsa Taxa Hilêliyê û Xerbî, Endamên Komîteya Kedkaran, Endama Saziya Mafê Mirovan û xwendekarên zanîngehê, bi armanca piştgiriya girtiyên ku 63 roje li hember tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinê mafan yên li girtîgehan û dorpêça li ser bajarên bakûrê Kurdistanê li girtîgehên Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistan dest bi grevê kirine, dest bi grevê kirin.
Çalakî bi tevlîbûna endamên Kongra Star, endamên Meclîsa taxa Hilêliyê û Xerbî, Komîteya Kedkara, Saziya Mafê Mirovaû xwendkarê zaningehê dest pê kir.
Jinên ku pêşengiya çalakiya grevê dikin diyar kirin ku ew ê heya dawî piştgirî bidin berxwedana girtiyan û berxwedana girtiyan silavkirin.