Arşîv

YPJ`ê têkildarî rewşa şervana xwe Çîçek Kobanê daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê da zanîn ku şervana wan a bi navê Çîçek Kobanê bi birîndarî dikeve destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku jiyana şervana wan di xeteriyê de ye.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke niviskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di êvara 21’ê Cotmehê seat 21’an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker, êrişî gundê Mişrefa yê girêdayî Eyn Îsa dikin. Di encama vê êrişê de şerekî dijwar di navbera hêzên me û çeteyan de diqewime. Rêhevala me Çîçek Kobanê, di lingê xwe de birîndar dibe û bi birîndarî dîl dikeve destê çeteyên Erdogan.

Hevala me Çîçek, li Kobanê ji dayik bûye. Ew jî weke keçeke ciwan, ji bo welatê xwe gelê xwe biparêze di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cihê xwe girtibû. Di Berxwedana Rûmetê de, ji bo hebûna gelê xwe û rûmeta mirovahiyê biparêze, bi ezmekî mezin li xeta Eyîn Îsa di eniya berxwedanê de cihê xwe digirt. Tevî biryara agirbestê hatiye girtin jî lê dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê, tu pîvanên, şer û exlaqî nas nakin, êrişên xweyî dagirkeriyê li ser erde, yek deqe nedane rawestandin. Li hemberî vê kiryarên qirker a dewleta Tirk, heval Çîçek biryardariya xwe wiha aniye ziman; “Em ê nehêlin ev çete gund û bajarên me dagir bikin û pêl rûmeta me bikin.”

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi şêwazê DAIŞ’î, êrişî ser hebûna jinan dikin. Ev êrişa hovane, di şexsê ev keça ciwan û parêzvana welatê xwe de li ser hemû jina ye. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, binketina xwe di Berxwedana Rûmetê de, bi belavkirina dîmenê wiha re dixwezin veşêrin. Ev kiryarên bê exlaqî ku di şexsê hevala me Çîçek de hatiye kirin li hemberî hemû jinên Cihanê û bi taybet jî li hemberî jinên Bakûr-Rojhelatê Suriyê hatiye kirin.

Hevala me Çîçek bi awayekî birîndar, niha dîl di destê çeteyên dewleta Tirk da ye. Jiyana wê di bin xeteriyeke mezin da ye. Em ji hemû cîhanê re dibêjin, jiyana ev keça ciwan di bin tehdîdekî mezin da ye. Ev dîmena hovane ya çeteyan belav kiriye vê rastiyê bi awayekî herî vekirî radixe ber çavan. Ev kiryarên qirêj di encama polîtîka û hevpeymana di navbera dewleta Amerîka, Rusya û Tirkiyê çêbûyî de ye.

Li ser wê bingehê em dibêjin bi lezgînî mudexeleyek ji aliyê civaka navnetewî ve pêwîste were kirin. Em bang li hemû jinên cîhanê û saziyên mafê mirovan ê navnetewî dikin, bila ji vê hovîtiya çeteyên dewleta Tirk re dengê xwe bilind bikin. Li hemberî van kiryarên ji exlaqê mirovahiyê bê parin bê deng mayîn, hevkariya herî mezin a li dijî mirovahiyê ye. Pêwîste li hemberi vê zilmê û rêbazên ku şikandina rûmeta jinan dike hedef hemû jin rabin ser piyan û dengê xwe bikin yek.

Back to top button