Arşîv

Ciwanên Tirbespiyê meşek meşeleyî li dar xistin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ciwanên Tirbespiyê meşek meşeleyî li dar xistin.

Ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava bi rengekî tund didomin. Gel rojane ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê li qadan e. Îro jî ciwanên Tirbespiyê û gundewarên wê bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger û Navenda Çand û Huner a navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê meşek meşaleyî bi dirûşma “Em ê tariyê ronî bikin û xeyalê şehîdên xwe pêk bînin” daketin qadan. Meş li ber navenda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û heta çerxeriya azadiyê dewam kir.

Meş bi dirûşma silavkirina berxwedana rûmetê bi dawî bû.

Back to top button